Nivîsar

Dersîm û serokê Dersîmê Seyîd Riza…

Dersîm, li Kurdistanê herêmek û bajarek taybet e. Derûdora Dersîmê bi çiyan hatiye pêçandin. Xwezayî ya Dersîmê, gelek balkêş û delal e.  Li Dersîmê kurdên kurmanc û zaza û elewî dijîn. Zaza li Dersîmê zêdetir in.

Dersîm, di dema Împeratoriya Osmanî de, hem bi qeraktera xwe ya mezhebî û hem jî bi qeraktera xwe ya nîv-otonom ji bona hukûmeta merkezî ya sûnî pirsgirêkek mezin bû.  Loma jî hukûmeta merkezî ji bona ku Dersîmê bigre bin bandora xwe û li li ser gelê Dersîmê hikûm bike, gelek caran êriş biriye ser dersîmê û zerarek mezin daye gelê Dersîmê.

Piştî ku Împeratoriya Osmanî hat hilweşandin û li ser mîrada wê Dewleta Tirk ya neteweyî û unîter ava bû, Dersîm ji bona dewleta nû ya tirk bû kelemek. Lewra Dersîm hem bi qerakreta xwe ya mezhebî, hem jî bi xweserî û otonomîbûna xwe li hemberî dewletê ya îslam û sûnî, li hemberî dewleta unîter û kolonyalîst problemek bû. Loma jî diviyabû ku bihata tasfiye kirin.

Lê di destpêka avakirina dewleta tirk ya neteweyî de li Koçgiriyê, li Bedlîsê, li Amedê û Pîranê, li Agiriyê, serîhildanên milî yên kurd hebûn, dewleta kolonyalîst ya tirk derfet nedî ku êriş bibe ser Dersîmê. Piştî ku li Agiriyê serîhildana netweyî ya kurd hat temirandin, dor hat Dersîmê.

Dewleta Tirk ya neteweyî ji bona ku nîv-otonomîbûna Dersîmê ji holê rake, êrişek mezin bir ser Dersîmê. Loma jî wek tê gotin, Dewleta Tirk ji bona ku li Dersîmê serîhildana ji bona Kurdistana serbixwe pêk hatibû, êriş nebir ser Dersîmê.

Dewleta Tirk ji bona ku statuya Dersîmê ya nîv-otonom ji holê rake êriş bir ser Dersîmê. Gelê Dersîmê jî di bin serokatiya Seyîd Riza de ji bona statuya xwe ya nîv- otonom biparêze li ber xwe da. Di encama berxwedana Dersîmê û êrişa li hemberî berxwedana Dersîmê de, bi deh hezaran kurd hatin kuştin, bi dehhezaran kurd ji Dersımê hatin surgin û koçber kirin. 134 gund jî hatin vala kirin û hatin şewitandin.

                                                               *****

Seyîd Riza, serokê Dersîmê û berxwedan/serîhildana Dersîmê bû.  Li Dersîmê, miletê kurd ji bona mafên xwe yên neteweyî biparêze li hemberî dagirkeriya Dewleta Tirk li ber xwe da; Dersîmê xwest ku xweserî û azadiya xwe li hemberî Dewleta Tirk biparêze. Di encamê de bi destê leşkerên tirk qetlîamek mezin pêk hat.  Gorî hiqûqa navneteweyî li Dersîmê li ser neteweya kurd sîstema qirkirinê hat meşandin û pêvajoya jenosîda domdar li Kurdistanê dest pê kir.

Dema ku li Dersîmê qetlîam pêk hat, li Ewrupayê faşîzm pêş diket û şertên Şerê Cîhanê yê 2-emîn amade dibûn. Tirkiye, bi Elmanyayê re di nav tîfaq de bû û leşkerên Dewleta Tirk, ji aliyê serleşkerên elman de hatibûn perwerde kirin.

Serokê Dersîmê û serîhildana Dersîmê Seyîd Riza,  di navbeyna 5-10 îlona 1937-an de li Erzîncanê, di şertên mizakereya siyasî de, beriya qetlîama Dersîmê, dîl hat girtin.

Dewleta Tirk, Seyîd Riza ji Erzîncanê anî Xarpûtê. Li Xarpûtê, Seyîd Riza, lawê wî û hevalên wî di dadgeha taybet ya Îstiklalê de darizand. Di dadgehê de darizandinek gelek bê hiqûqî pêk hat. Serokê Kurdan Seyîd Riza û 7 hevalên xwe bi lezûbez hatin darizandin û bi îdamê hatin ceza kirin.

Serok Seyîd Riza ji bona ku emirmezin bû û lawê wî emir biçûk bû, gorî qanûna Dewleta Tirk jî diviya bû ku nayên îdam kirin. Hezar mixabin Dewleta Tirk ji bona ku Seyîd Riza îdam bike salên wî biçûk kir û ji bona lawê wî jî bê îdam kirin, salên wî jî mezin kir.

Min ew siyaseta Dewleta Tirk ya hovane di telewîzyona Kanal Turkê de du sal berê anîbû ser zimên.

Serokê Kurdan Setîd Riza û hevalên wî; di 15-16. 11. 1937-an de, piştî girtina wan du mehan hatin îdam kirin.

Seyîd Riza, di sala 1856-an de li Dersîmê tê dinyayê. Ew ji malbatek pêşeng ya Dersîmê bû. Lawê Seyîd îbrahîm bû. Seyîd îbrahîm xwediyê perwerdek baş bû.

Seyîd Riza lawê wî yê çaremîn bû.

Seyîd Riza, ji eşîreta Şêx Hesenan bû.

Seyîd Riza, mirovekî gelek egît bû. Gorî bîranînên îhsan Sebrı Çaglayangîl, Seyîd Riza dema ku diçe îdamê,  bi xwe sehbaya îdamê li bin lingên xwe dûr dixe.

Îhsan Sebrî Çaglayangîl li hemberî helwesta Seyîd Riza mat dimîne. Lewra Seyîd Riza beriya îdamê bi dengekî bilind, zilm û zordariya Dewleta Tirk tîne ser zimên.

                                                                           *****
Dersîm ji bona ku bajarê Kurdistanê bû hat şewitandin. Gelê Dersîmê jî ji bona ku kurd bûn hatin qirkirin. Wek tê gotin Dersîm ji bona ku elewî bû nehat şewitandin û gelê wê nehat qirkirin. Lewra li gelek herêman elewîyên tirk hebûn, Dewleta Tirk ew qirkirina li Dersımê domandiye lı wan herêman pêk neaniye.

Dîsa gorî dîroka fermî ya Dewleta Tirk, li Dersîmê berxwedan ji bona mafên miletê kurd û serxwebûna Kurdistanê nehatiye bi dar xistin. Nameya Seyîd Riza ya ji Wezîrê Karên Derve yê Engilîstanê re nivîsandiye vê nêrînê şaş derdixe. Seyîd Riza di nameya xwe de gelek aşkere qala zilm û zordariya Dewleta Tirk ya li ser gelê kurd dike. Seyîd Riza li ser navê “Jeneralê Dersîmê” nameyê dinivîse û dişîne. Di nameyê de dibêje:
“Birêz Wezîr,
 
“Bi salan e ku Hukûmeta Tirkiyeyê ji bona Gelê Kurd asîmîle bike xebat dike û hewil dide, rojname û çapameniya wan qedexe dike, li ser ew kesên zimanê kurdî qise dikin eziyet dike, ji Kurdistanê kurdan surginî Anadoluyê dike û bi vî awayî zilm dike. Hukûmeta Turkiyeyê her çiqas peymanek taybet jî heye nûha jî dixwaze bikeve Dersîmê.

Li hemberî ew êrişa Dewleta Tirk, kurd ji bona ku ji Dersîmê koç nekin û li Anadoluyê telef nebin û can nedin, ji bona ku xwe biparêzin, di sala 1930-yî de çawa ku kurd ji bona xwe biparêzin li Çiyayê Araratê, li Zîlanê û Deşta Bazîdê çek girtin destê xwe, Dersîmiyan jî çek girtin destê xwe.

Sê meh in ku li welatê min Kurdistanê şerekî dijwar û barbar didomîne. Her çiqas em li hemberî Dewleta Tirk ji aliyê çekan de xwediyê derfet jî nîn in, min û hevalên xwe me li hemberî dewletê serkeftinên mezin pêk anîn. Dewleta Tirk li hemberî serîhildan û berxwedana me, gund û bajerokên me bombabaran dike û dişewitîne. Bombayan kîmyevî bi kar tîne.

 Zîndanên dewleta Tirk bi kurdên bêsuc hatine dagirtin, rewşenbîr tên kuştin û tên gûlebaran kirin û îdam kirin, surginî herêmên tirkan yên dûr tên kirin.

Ez li ser navên bi mîlyonan kurdan dengê xwe digînim we û ez dixwazim ku hûn ji gelê kurd re bibin alîkar.

(…..)”

Seryîd Riza, berxwedana Dersîmê, serîhildana neteweya kurd û beşek ji serîldanên Kurdistanê dihesibîne.
 
                                                          
                                                         *****

Di van salên dawî de niqaşeya di derbarê Qetlîama Dersîmê de di Meclîsa Tirk de hatiye rojevê gelek girîng e. Di van rojên dawî de di nav CHPê de bi helwesta Huseyîn Aygun ew niqaşa gûrtir bûye.

Huseyîn Aygun, di qetlîama Dersîmê de CHPê tewanbar dike. Kemalîst û faşîstên di nav CHPê de jî bi tundî li dijî Huseyin Akgul derdikevin.

Serok wezîr jî, gelek aşkere bahs kir ku li Dersîmê jenosîd û qirkirin pêk hatiye.

Ew niqaşa fermî ya li Tirkiyeyê ji bona kurdan derfetek derdixe holê ku di dadgeha navneteweyî de doza jenosîda kurdî bikin.

                                                    
                                                     *****

Miletê kurd û rêxistinên wan bi deh salan e ku ji hêjayiyên xwe û ji serokên xwe re xwedî derdikevin. Îsal jî bi xurtî ji Dersîmê, ji serokê Dersîmê Seyîd Riza û hevalên wî re xwedî tê derketin. Ew helwestek gelek baş e. Divê bê domandin.

Dewleta Tirk dixwaze ku di navbeyna kurdan de, girêdayî mezheba sûnî û elewî, girêdayî kurmancî û zazakî cûdayetî çê bike. Divê kurd îzin nedin vê xirabiye.

Li Amedê Gruba Dîyalogê ya Dîcle-Firatê di 12. 11. 2011-an de Seyîd Riza û şehîdên Dersîmê bîranî.

Li Stenbolê jî, ji bona Seyîd Riza û şehîdên Dersîmê bernameyek dewlemend ya bîranînê pêk tê.

Divê em van rêxistin û amadekarên civînên bîranînê re piştgirî bikin û wan pîroz bikin.

                                                               
                                                                     *****

Seyîd Riza serokê neteweya kurd e. Şehîdên Dersîmê, şehîdên neteweya kurd in. Dersîm Kurdistan e. Kurd hem zaza û hem kurmanc in. Kurd hem elewî û hem jî sûnî ne. Kurd, hem êzidî û hem misilman û hem jî xiristiyan in.  Divê em kurditiyê wek qarektarek mişterek bipejirînin, li dijî cûdayetî derkevin.

Serok Seyîd Riza û şehîdên Dersîmê, wek hemû serokên Kurdistanê û şehîdên Kurdistanê di dilê me de dijîn û dê bijîn.

Divê her kurdek ji doza Seyîd Riza û serokên din yên Kurdistanê re xwedî derkeve. Ji bona ku jenosîda kurd bê erê kirin xebat bike.

Amed, 24. 11. 2011

Îbrahîm GUÇLU
([email protected])

Back to top button