Cîhan

Li cîhanê de welatê herî zêde çek difroşe eşkere bû

Tenê li sala derbasbûyî de, li asta bazirganîkirina kirîn û firoştina çek û teqemeniyên li cîhanê da gihiştiye (92) milyar dolar. Li gor rêzbenda firoştinê jî Amerîka yekem û Rûsya dûyemê firoşyarên çek û teqemeniyane.

Navenda lêkolîna Bazirganiya Cîhanî ya Çekan, belav kir ku li sala derbasbûyî asta bazirganîkirina çekan hilkişanê daye.

Ev hilkişan peywendî bi wan peymanan ve hebûye ku Amerîka li gel Suudiye û welatên dinê Rojhilata Navîn re îmza kirine.

Li çar salên derbasbûyî de hinartina çekan li cîhanê da gihiştiye bihaya (341) milyar û (925) milyon dolaran.

Rûsya li rûyê hinartin û firoştina çekan de dûyem welate û tenê li sala derbasbûyî bi bihaya (14) milyar û (144) milyon dolaran çek firoştiye ku (%15.4)ê giştiyê pêdiviyên çekên cîhanê dabîn kiriye.

Amerîka li pileya yekem daye û li gor rêzbenda wan welatên çek û teqemeniyên serbazî difroşin û bihaya hinartina çek û teqemeniya Amerîka li sala derbasbûyî da (38) milyar û (775) milyon dolar bûye. Bi rêjeya (%42.12) pêdiviyên bazara çek dabîn kiriye.

 

Balkêş e ?
Close
Back to top button