Cîhan
Trump naveroka peymana sedsalê ragihand

Donald Trump Serokê Amerîka ragihand, ew li hemberî pêngaveka mezina aştiyê dane û Îsraîl jî pêngavên mezin ji bo aştiyê avêtîne û Filistîn û Îsraîl jî hêjayî jiyaneka baştirin.
Li civîneke rojnamevaniyê da, Serokê Amerîka got, armanca serekiya wan di vê projeyê da aştiyeka rasteqîneye, dîsa ez ji bo wê hindê nehatîme hilbijartin da ku xwe ji biryarên dijwar veşêrim.
Donald Trump Her wiha ragihand ku wê ji bo avakirina dewleteke Filistînê kar bikin û ji bo pêkve girêdana cografya axa Filistînê û pêdiviye xwe ji terorê biparêzin. Her wiha Qudis dê bibe paytexta dabeşnekiriya Îsraîlê.
Trump da zanîn ku ew nexşerê dê 50 milyar dolaran ji bo Filistîniyan bi dest ve bîne û dê hejariyê kêm bike.