Polîtîk
Çîn dest bi avahiya xwe ya li Kurdistanê dike

Li Dîwana Wezareta Bajarvanî û Geştuguziyê (Turizm) da, bi amadebûna Sasan Ewnî Wezîrê Bajarvanî û Geştuguzariya Herêma Kurdistanê û Ni Ruchi Konsolê Giştiyê Komara Çîna Netewî li Hewlêrê û Serokê Bajarvaniya Hewlêrê, serpereştiya îmzakirina muhleta dirustkirina avahiya Konsolxaneya Komara Çînî li Hewlêrê kirin.
Avahiya Konsolxaneya Giştiya Komara Çîna Netewî ya li bajarê Hewlêra paytexta Kurdistanê, berê li rêkkefta 31/10/2018 li çarçêveya zeviyên ji bo Konsolxaneyan, li ser rêya Pîrmam (Selaheddîn) zevî ji bo Konsolxaneya Çînê hatibû terxankirin û piştî îmzakirina muhleta dirustkirinê jî dest bi dirustkirin û bi cîhkirina karên avahiya konsolxaneyê tê kirin.