Pêşmergeyeke Qehreman: Uzeyîr Axayê Zirarî
Bîranîna 66 saliya şehîdê Fermande Uzeyîr Axayê Zirarî ku mînakeke ji Pêşmerge, Fermande û bi wefayê
Şehîdê Fermande Ezîz Axa Hesen Ezîz Axa naskiriye bi navê Uzeyîr Axayê Zirarî, li sala 1912 li gundê Zirar ya ser bi devera Barzan ji malbatekî şoreşger ji dayîkbûye, bavê wî qehremaniye li şoreşên Barzan li çiyayê Şîrîn şehîd dibê, piştî Uzeyîr Axayê Zirarî jî ku wî demî mêrekî xwedî zarok bû û yek ji wan Pêşmergeyan û Fermandeyan bûye beşdariya şoreşa Barzan ya sala 1932 dike û dewrekî xwe yê bingehîn li destan û şoreşa Barzan 1943-1945 weku fermande rolekî xwe yê ber bi çav hebûye, yek ji wan hevrêyên nêzîkî Barzaniyê Nemir bû û mixabin ev Fermandeyê şoreşgerê li heyva eylûla 1945 li piştî şerekî sext li gel hêza dijmin li şerê Nehlê li gel hevrêyên Îsa Yasîn Pêndroyî û Ehmed Guran şehîd dibin. Ji bo wê yekê bîranîna şoreşa duyema Barzan de me bi pêwîstî zanî li bîranîna 66 saliya şehîdê fermande Uzeyîr Axayê Zirarî û li gel Pêşmerge û Mamosta Şerîf Zirarî ku beşdarî Komara Kurdistanê li Mehabad û çûna Sovyeta berê û şoreşa Eylûla mezin kiriye hevdîtinek bikîn.
* Li destpêkê de Mamosta Şerîf Zirarî di derbarê jiyana şehîdê Fermande Uzeyîr Axayê Zirarî de got:

Mala Uzeyîr Axa û hemû xizmên wî li ser hatin nivîsîn. Her çi ajelên wan hebûn talan kirin û gotin: Eger Uzeyîr Axa xwe bi destê Hikûmetê nede gelek xerap bi ser mala wî û xizm û kesukarên wî tînîn. Piştî talan kirinê roja din qaymeqam û çend polîsek hatin mala me. Wê demê temenê min 7 sal dibû. Qaymeqam got: Tifengên xwe teslîmî Hikûmetê bikin. Dayik û babê min gotin: Me tu tifeng tûne, bigerin eger we niha her tiştek ji cureyên çek we dît em amadene sizaya xwe bidîn. Qaymeqam jî got: Hun derew dikin madem Uzeyîr Axa xizmê weye çekê we jî heye! Êdî destpêkir bi pişkinîna nava malê û çiqas geriyan, hemû nav malê têk dan lê belê tu tiştek nedîtin. Wan pişkinînê li mala hemû xizm û kesên Uzeyîr Axa kirin, lê belê dîsa xweşbextane tiştek peyda nekirin.
* Li dirêjiya axaftina xwe de di derbarê çawayiya pêwendî kirina Uzeyîr Axa Zirarî bi şoreşa duyema Barzan bi Serokayetiya Barzaniyê Nemir, mamosta Şerîf Zirarî got:
Li sala 1943 Rêberê Kurd Barzaniyê Nemir bi hevkariya çend dilsozeke bajarê Silêmanî bi nihênî hatin Kurdistana Îranê bo ku dest bi xebata rizgarîxwaza Kurdistanê ya li Kurdistana Iraqê destpêbikin. Piştî çûne mala Mamend Mesiye Serokên ku li Kurdistana Îranê bû, Barzaniyê Nemir bû mîhvanê Mamend. Her dema ku Mamend Barzaniyê Nemir dît gelek pê xweşhal bû. Her wekî qehremanekî mezinê Kurd pêşwaziya Barzaniyê mezin kir û peyman û wefadariyê ji bo Barzaniyê mezin nîşan da. Barzanî jî mebesta xwe ji bo Mamend Mesiye ragihand ku dest bi xebata çekdarî li Kurdistana Iraqê bi taybetî li devera Barzan bikin. Paşê jî li hemû navçeyên dinê Kurdistanê bikin. Çend rojek Barzaniyê Nemir li mala Mamend Mesiye dimîne. Barzaniyê Nemir û Silêmanê Sorê Akreyî û Mistefa Godo û Mamend Mesiye û Mîrza Axa Reşo û Hesen Ehmed Naz Dolemerî û çend kesekî din ku ew Barzaniyên li Îran berev Kurdistana Iraqê bi rêketibûn hebû. Barzaniyê Nemir serdana çend gundê Dolemeriyan kir û mebesta xwe ya Kurdistanê bi taybetî devera Barzan be dûr û dirêjî ji bo wan behs kir. Xelkê devera Dolemerê amadehiya xwe li jêr fermana Barzaniyê Nemir ragihandin û pê xweşhal bûn bi hatina Barzaniyê Nemir gundên wan. Li 25/07/1943 Barzaniyê Nemir serdana gundê Zirarê kir, xewn û hêviya Uzeyîr Axa û xelkê gundê Zirar hatin holê û bune rastî. Rojekî gelek xweş û dîrokî bû ji bo wan. Uzeyîr Axa her li wê rojê dîsa çû nav rêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û wefadariya xwe ji bo Barzaniyê Nemir diyar kir. Xelkê gundê Zirara gelek bi germî pêşwaziya Barzaniyê Nemir Rêberê Kurd kirin. Li dewra Barzaniyê Nemir xelk civiya û Barzaniyê Nemir gotareke dîrokî ji bo xelkê gundê Zirara xwend û kerem kir: Hemû gelê Kurdistanê mezlûmin, ez pişt bi xwedayê mezin û mîlletê Kurd û we yên delal re xebatê dikîn dijî rejîma Iraqa zordar. Mîlletê Kurd azad û serfîraz bikîn. Cenabê Barzaniyê Nemir şev û rojek li gundê Zirar ma, mirov herdem li dîtina Barzaniyê Nemir têr nedibû, ku ewqas rêber û evîndarê ax û nîştîmana xwe bû. Barzaniyê Nemir rêzekî taybetî ji bo Uzeyîr Axayê hebû çi weku malbateke Kurdperwer û çi weku Uzeyîr Axayê (Bapîrê Şehîd Uzeyîr Axa). Uzeyîr Axayê bapîrê şehîd Uzeyîr Axa dostekî nêzîkî rêzdar Şêx Mihemed Barzanî bavê Barzaniyê Nemir bû, ku hemû car diçû Barzan ji bo dîtina Şêx Mihemed Barzanî. Mam Tehayê Tatkî digot: Eger carek Uzeyîr Axayê bapîrê şehîd Uzeyîr Axa neçûbûya cem Şêx Mihemed Barzanî cenabê Şêx emir derdixist û kerem dikir: Xal Uzeyîr Axa hemî car zû zû were Barzan çunke bi dîtina we xweşhal dibim. Piştî Barzaniyê Nemir şev û rojek li gundê Ziraran ma wir bi cîh dihêlê. Pêşmergeyan rêya pîroza xebata rizgarîxwaza gelê Kurd bi serhildana Barzaniyê Nemirê qehreman û dilsozê gelê Kurd, Şoreşa Barzan 1943-1945 bi Serokayetiya Barzaniyê Nemir destpêkir. Uzeyîr Axayê Zirarî li her du şoreşan weku Pêşmergeyek fermandeyekî qehreman û nebez û tênuwiya azadiya gelê Kurdistanê li gel Barzaniyê Nemir da bû ji bo azadiya Kurdistanê.
* Di derbarê pêwendiya di navbera Barzaniyê Nemir li gel şehîdê fermande Uzeyîr Axa Zirarî Mamosta Şerîf Zirarî got:
Şehîdê fermande Uzeyîr Axa Zirarî li şerê Sermexferê polîsê Şêrwanê mezin û şerê ser mexfera Xêruzoka û çend mexferên dinê deverê de beşdarî kiriye û bê tirs û merdane û dilwêrane êrîşa dijmin kiriye. Ji bo wê yekê Barzaniyê Nemir Uzeyîr Axa her wekî heval û dostekî dilsozî xwe yê bi wefa didît. Uzeyîr Axa wekî qehremanekî nebez çû nav dilê Barzaniyê Nemir da û rêzekî taybetiya xwe li cem hebû. Li sala 1945 şerê man û nemanê destpêkir. Hemû leşkerê Iraqê bi hemû awayekî Hikûmetê anîbûn ser devera Barzan ji bo şikest pê anînê. Şerê mezin li dola(newala) Nehlê li gel Pêşmerge destpêkiribû û li wî şerî da Barzaniyê Nemir têda beşdar kir û Uzeyîr Axa li vê şerê da bi bêtirs û qehremanane şerê dijmin kir û hevalên wî digotin: Uzeyîr Axa sîng bi sîng êrîşa dijmin dikir û cenabê Barzaniyê Nemir bi Uzeyîr Axa re got xwe li beramber dijmin naparêzê, êdî ji bo wê yekê xwe biparêze şer gelek mezine, lê belê Uzeyîr Axa bi cenabê Barzanî re got: Ez ji dijmin natirsim, eger şehîd bûm qurbana cenabê we me û vê Kurdistanê bim. Êdî li vî şerê mezin da şehîdê fermande Uzeyîr Axa Zirarî hate şehîd kirin li gel her du şoreşger Ehmed Guran û Yasîn Îsa Pêndroyî ku giyana xwe fedayê Barzanî û Kurdistanê kirin. Li salvegera 66 saliya şehîd bûna fermandeyê şehîd Uzeyîr Axa Zirarî û rêhevalên wî hezaran silav li giyana wan û sercem şehîdên rêya Kurdistan û serweriya Barzaniya Nemir û Kak Îdrîsê herdem zîndî. Birastî ev destkeft berhema şehîdan û xebata Pêşmerge û Serkirdayetiya Partî û Barzaniye.
* Têbînî: Ev babet hejmara (3915) 03/11/2011 li rojnameya Xebat de hatiye belav kirin.
Xebat: Sefer Yusif Mîrxan
Wergera ji Soranî: Mîrhac Mistefa
