Barzanî li ser facebook a xwe serxweşiyê li malbata Mitterand kir
Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê îro li ser facebook a xwe taybet de serxweşiyê li malbata Danielle Mitterand kir ku eve jî naveroka peyama Serok Barzanî ye.
Bi xem û kovaneke mezin îro min nûçeya koça dawiya dostê kevinê gelê Kurd Xanim Danielle Mitterrand bihîst. Bi vê bûyerê ez gelek gelek xemgîn bûm, ji ber ku xwedê jêrazî hevsozekî kevinê doza gelê me bû. Dema li sala 1989 me pêşwaziya wê kir ku me behsa nehametiyên gelê Kurd bo wê kir, çavên wê bi rondikan tije bûn. Xwedê jêrazî roleke xwe yê ber bi çav li nasandina doza gelê me ya cîhana derve de hebû û ew yek ji dakokîkera serekî bû, bi taybetî li karesatên enfal û kîmyabaran û koçbera dîrokiya sala 1991 bû. Ji bo wê yekê rola vê xanimê nayê ji bîr kirin û her dem dê li bîramede bimîne. Pirse û serxweşiya xwe ji malbata xwedê jêrazî re radigihînim û hevbeşa xema wanim.
Hêjayî gotinêye ku Danielle Mitterand li roja 06.10.2009 serdana başûrê Kurdistanê kiribû û li parlemena Kurdistanê de axaftinek pêşkêş kiribû.
Ji bo dîtina naveroka gotara xanim Danielle Mitterand ya li Parlemena Kurdistanê ji kerema xwe li vê lînka li jêr bitikînin…
http://krp.org/kurdil/articledisplay.aspx?gid=1&id=2303