Helwesta Zêbarî temsîla Hevpeymaniya Kurdistanî nake
Di roja şemiya çûyî 12.11.2011ê de, civîna wezîrên derve yên Komkara Welatên Erebî birayr dan ku endametiya Sûryeyê di Komakara Ewbî de rawestînin û wezîrê derve yê Îraqê di dema dengdanê de bêdeng ma, ango ne digel û ne jî li dijî biryarê derket.
Heyder Mula berdefkê Lîsteya Îraqîye ku Eyad Alawî serokatiya wê dike di daxuyaniyekê de helwestê kutleya xwe diyar kir û got ku, helwesta hikûmeta Îraqê di civîêna wezîrên derve ya Komakara Welatên Erebî de bi tenê helwesta Lîsteya Hevpeymaniya Niştimanî ku, serokwezîrê Îraqê Nurî Malkî serokattiya wê dike, ye û got:
– Hevpeymaniya Niştimanî ji aliyê Îranê ve tê kontrol kirin û eger helwesta Hevpeymaniya Niştimanî li hember rijêma Sedam Hisên û rijêma Beşar Esed bê miqayîsekirin durûtîya wê di helwestan de diyar dibe.
Mula got ku vê meselê têkelî bi exlaq û şerefa siyasetê ve heye û Hevpeymaniya Niştimanî bi xwe li ser dema Sedam Hisên dibin zilmê de dinalî û got:
– Lê îro em ecêbmayî man ku Hevpeymaniya Niştimanî ya ku, Nurî Malikî serkatiya wê dike, digel rijêmeke zalim a dijî gelê xwe şer dike, hevpeyman e. Durûtî di vê miamilekirinê de heye. Beriya heyamekî Malikî digor ku Sûriya otomobîlên bombebarkirî dişîne Îraqê û têkeliyên xwe pê re qut kirin, lê nuha piştgiriya wê rijêmê dike.
Berdefkê lîstey Îraqiye got jî ku ew helwesta Nurî malikî wê yekê baş diyar dike ku Hevpeymaniya Niştimanî girêdayî Îranê ye û ji aliyê Îrana hevpeymana stratejîk a Beşar Esed ve tê kontrol kirin
Her li ser vê mseleyê Mueyd Teyb berdefkê Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanî di daxuyaniyekê de diyar ku helwesta Hişiyar Zêbarî wezîrê derve yê Îraqê temsîla helwesta kurdan nake û got:
– Helwesta Hişiyar Zêbarî di civîna wezîrên derve yên Komkara Erebî de li ser biryara rawestandina endametiya Sûryeyê di Komakarê Erebî de, helwesta resmî a Îraqê ye û temsîla Lîsteya hevpeymaniya Kurdistanî nake.
Teyb tekîd li ser wê yekê kir ku hevpeymaniya Kurdistanî piştevaniya daxazên gelên sûrî bo guhertina rijêma Beşar Esed dike.
Serokomarê Îraqê Celal Talebanî jî ji destpêkirina şoreşa glên sûrî heta nuha cend nameyên piştgiriyê ji serokomarê Sûryeyê Beşar Esed re şandine.
Weke tê zanîn di roja şemiya çûyî 12.11.2011ê de, civîna wezîrên derve yên Komkara Welatên Erebî biryara rawestandina endametiya Sûryeyê ji Komkara Erebî da. Libnan û Yemen li dijê biryarê derketin û Îraq jî bêdeng bû.