Polîtîk

900 endamên YNK-ê di rêzê de ne îstîfa bikin

Çavkaniyekê ji komîteya Yekêtiya NIştimanîya Kurdistanê (YNK) li bajarê Silêmaniyê di daxuyaniyekê de ji malpera Hawlatî re eşkere kir kut ê çaverêkirin himareke zêde ji kadiro û endamên rêxistina YNK îstîfa bikin.

Li gor wê çavkaniyê ji sedema hebûna pirsgirêkên navxweyî li sînorê komîteya Karêze Wişkî ya rêxistinên YNK li bajarê Silêmaniyê hijmareke zêde ji endam kert, endam komîte û endamên din daxazên xwe xistîne ber destê berprisan û eger daxaznên wan neyên cîbicî kirin wê îstîfa xwe ji YNK bidin:
– Tê çaverê kirin ku 17 endam kert, du endam komîte û 900 endam rêxistinî îstîfa bikin.

Li dor vê pirsê Siyamend Jajileyî yek ji endamên komîteyê got ku wan endaman çend  daxazên xwe danîne ber destê berpirsan û wan daxazan peywendî bi pirsgirêkên navxweyîya YNKê ve hene, lê heta nuha biryara dawiyê ku îstîfa bikin nehatiye dan. Lê berpirsê komîteya Karêze Woşkî ji aliyê xwe ve got ku wî zaniyarî li dor vê meselê nînîn

Back to top button