Dosya

ExxonMobil ji bo Kurdistanê û Îraqê jî başe

Konferansa navdewletî ya neft û gazê, bi beşdariya 40 şirket û kompaniyên navxweyî û navdewletî yên pispor û şareza di warê neft û gazê de, duhî li  Hewlêrê dest pê kir.

Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di konferensê de gotarek pêşkeş  kir û got ku, sazkirina konferansa neft û gazê li herêma Kurdistanê wê yekê nîşan dide ku Kurdistan di warê emin û ewlehiyê de aram e û derfetên karî, bi taybet di warê neft û gazê de derfetên baş  hene.  Salih got:
– Hikûmeta herêma Kurdistanê li gorî destûra Iraqê neftê derdixe û difiroşe, ji ber ku em girêdayî destûra Iraqê ne û karên ku hatine kirin jî di çarçoveya yasa û destûrê de hatine kirin.

Serokê hikûmetê di warê arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî got:
– Me, di serdana xwe ya dawîyê ya bo Bexdayê de, digel berpirsên îraqî li hev kir ku beşa herêma Kurdistanê ya neftê zêde bikîn û li gor vê lihevhatinê biryar e di sala 2012ê de, rojê 175 hezar bermîl ji nefta Kurdistanê bo derve bê şandin.

 Her di wê konferensê de Aşitî Hewramî wezîrê jêderên samanên xwezayî di axavtina xwe de behsa piroblemên bi Bexdayê re, bi teybetî meseleya kontrakta herêma Kurdistanê digel kompaniya ExxonMobil kir û got:
– Berî 18 mehan me weke herêma Kurdistanê komtraktek di warlê gerhan û derxistina neftê de digel kompaniya ExxonMobil îmza kiriye. Ez ecêbmayî bûm li hember helwestên hikûmeta Îraqê li beramber kontrakta bi ExxonMobil re. Hatina kompaniya ExxonMobil bo herêma Kurdistanê, ne bi tenê ji bo Kurdistanê, lê ji bo tevaya Îraqê giringe, jiber ku dê  nefta Îraqê zêde bibe.

Beriya axaftina serokwezîr Salih, sazmankarê konferansê David Barbara, got, konferans dê 3 rojan bidome û dê li ser çawaniya pêşxistina beşa neft û gazê li Iraq û Herêma Kurdistanê bê axaftin.

Di konferensa neft û gazê ya navdewletî de ku, dê sê roje berdewam be,  serokwezîr Berhem Salih, serokê parlamentoya Kurdistanê Kemal Kerkûkî, wezîrê jêderên samanên xwezayî yê herêmê Aştî Hewramî, cîgirê wezîrê enerjîyê yê Tirkiyeyê û gelek bazirgan û berhemhêner beşdar bûn.

Back to top button