Serokê Herêma Kurdistanê: Kabîneya nehem hevsengiyê ragirtiye û çaksaziyan encam dide
Li hevpeyvîneke li gel malpera El Monitor, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bersîva çend pirsiyarek di derbarê rewşa Iraqê bi taybetî piştî kuştina Qasim Suleymanî û hewlên beşek ji Parlementerên Iraqê ya ji bo derxistina hêzên Amerîka da. Her wiha behsa rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ragirtina hevsengiyan kir.
Nêçîrvan Barzanî dibêje: Biryara şiiyên Iraqê ya ji bo derxistina hêzên Amerîka bi bê tewafiq û danustandina bîr û ramanên Kurd û Sûnne karekî baş nîne û berevajiya destûre.
Her wiha ragihand, divê em destpêkê bipirsîn, hêzên Amerîka ji bo çi li Iraqê ne? Ew bi vexwendina Iraqê li sala 2014 û bi şêwirîna li gel Encûmena Asayîş ya ji bo şerê dijî Da’îşê li virin. Bi cîh hiştina wan bandorê li ser şerê dijî Da’îşê dike.
Serokê Herêma Kurdistanê behsa kabîneya niha ya Hikûmetê jî kiriye û dibêje: Bi Serokayetiya Mesrur Barzanî kabîneyê kariye piştî Da’îş peywendiyeke tendirust li gel Bexda dirust bike û dest bi encamdana reform û çaksaziyan kiriye û dixwaze karên xwe bi başî bike.
Di derbarê peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiye jî dibêje: Peywendiyên li gel Tirkiye başin û Serokê Hikumetê jî civîneke gelek baş li gel Receb Teyîb Erdogan Serokê Tirkiye encam daye û berdewam jî dibin. Her wiha daxwazê kiriye, kêşeyên PKK û Tirkiye bi guftûgoyê bê çareser kirin û tu hêviya xwe bi şerkirinê nebe.
Nêçîrvan Barzanî eve jî dûpatkir ku ew naxwazin Iraq bibê qada cengê Îran û Amerîka, bi hêziya peywendiya Bexda li gel Amerîka û Îranê bi girîng bi nav dike.
Di derbarê rewşa Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê jî Serokê Herêma Kurdistanê dibêje: Ewan kongreya xwe encam dan û li kongreyê de jî lîjne ji bo çaresekirina kêşeyên navxweyî hatiye pêkanîn, lê belê heta niha zelal nîne ku Serokayetiya Partiyê kî dike.