Cîhan

Trump bersiva Îranê dide

 

 

Piştî Îranê bi fûzeya êrîşê hinek bingehên Amerikayê li Iraq û Kurdistanê kir, serokê Amerikayê Donald Trump derket himber medyayê û derbarê êrîşa Îranê û siyaset û helwesta Amerikayê de hinek daxûyanî dan.

Trump di axvtina xwe de dibêje;

Gotara Tiramp bi Kurtasî

Welatan çavên xwe ji karên xirabên Îranê daxistîne, lê ew roj bi dawî hatin ku Îran siponserê terorê be û bi çêkirina çeken Atomî gefan li cîhana azad bike.

Heftîya burî, me karî ku, teroristekê mezin ji nav bibîn, ku gef li Amerîkayê dikir. Bi fermana min bû ku Supayê Amerîkayê karî Qasim Suleymanî ji nav bibe. Suleymanî wek berpirsê supayê Qudis berpirs bû ji karên herî xirab. Wî rahînan bi teroristan dikir, ji nav wan da jî Hibullah ku hêrişan dike ser xelkê sivîl. Wî agirê şerê hindûrî li deverê helkirt. Ewî bi hezaran serbazên Amerîkyê kuştî ne  û birîndar kirîne, bi rêya çandina bomban ve.

Suleymanî ferman da ku hêrişê bikin ser yekeyên me yên serbazî. Herweha berpirs bû ji hêrişa hatîye kirin bo ser balyozxane ya me li Bexda. Di çend rêjên burî de, pilan dariştibû bo encmandana hêrişên nû lê me ew ragirt.

Destên Suleymanî bi xwîna xelkê Amerîka û Îranê jî sor bû. Pêdivî bû gelek berî niha hatiba ji navbirin. Bi jinavbirina Suleymanî me peyameka bihêz bo teroristan şand. Heke hun behaya jîyan xwe dizanin divê behayê bo jîyana xelkê jî danin. Me peyamek bo Îranê şandîye, lê Îran berdewame û Em jî amadeyîne sizayên zêdetir bi ser re bisepînin. Ev sizayên hanê jî dê bimînin heya Îran reftara xwe diguhetr.

 

Di çend mehên burî de, Îranê hêriş kire ser avên nêvdewletî û Sûdîye. Dû Dironên Amerîkayî jî xistin xwar. Îranê piştî rêkkevtina 2015yê xirabtir û tundûtîjtir bûye. Me 150 milyar Dolar bi Kaş dan Îranê, lê şûna bêje me supas, durişma  mirin bo Amerîkayê dibêje. Îranê ew pare bikar anî bo duristkirina girjîyê û karên teroristî li Yemen, Lubnan, Evxanista û Îraqê.

Got jî: divê ew rêkkevtina Etomî ya xirab bidawî bihêt. Divê rê nehêt dan destê Îranê bigehe çekên Atomî û dest ji piştîvanîkirina terorê helgire. Niha dema wê yekê ye  ku Civata Asayîşa Nêvdewletî û Elmanîya wê rastîyê bizanin ku divê xwe ji niha ve xwe ji rêkkevtina Îranê dûr bixin.  Divê bi hev re kar bikîn daku rêkkevtineke nûp encam bidîn têde Cîhan selamettir û aramtir be. Îran bibe welateka aştîxwaz. Lê heya Îran berdewam be ji têkdana rewşa Rojhelata Navîn ew rû nade. Divê em hemû peyameka giştgîr bo Îranê bişînîn bo Îranê û bêjîn, êdî nabe û rê nadîn bi vî awayî berdewam bibî.

 

Balkêş e ?
Close
Back to top button