Daxuyaniya civîna her sê Serokayetiyên Herêmê û aliyên siyasî

Roja 08/01/2020 li Serokayetiya Herêma Kurdistanê, bi serpereştiya birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û bi amadebûna rêzdarên Seroka Parlemen û Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê, civîna her sê Serokayetiyan û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê birêveçû.

Civîn taybet bû bi guftûgokirina di derbarê rewşa Iraq û navçeyê û nirxandina pêşhatan û bandora wan ya li ser Herêma Kurdistanê û di encamê de gihîştin van xalên xwarê:

1- Beşdarên civînê bi dilgiraniyê ve wan rûdanên di dema derbasbûyî ya li Iraqê da rû da, bi taybetî jî pêşhatên berî sibehiya îro dinêrin û tekez li ser helwesta Serokayetiya Herêma Kurdistanê kirin ku ew pêşketina metirsîdar li berjewendiya tu aliyek û bi taybetî li berjewendiya gelên Iraqê da nîne. Ji bo wê yekê daxwaz dikin hemû aliyek aram bin û hemû û hêz û aliyên Iraqî û saziyên dewleta federal hewleke ciddî bidin bo ku Iraq nebê qada yekalîkirina gengeşeyan û gelê Iraqê êdî baca wan rûdanan nede û ev rewş nebê hêceta piştguh xistina daxwazên rewayên hemwelatiyan û xwepêşanderên Iraqê.

2- Hevhelwestiya Fraksiyonên Kurdistanî yên li Encumena Nûneran de bi bilindî hate nirxandin û dûpat li ser zerûreta karê hevbeş û parastina yekrêzî û yekhelwestiya aliyan li Bexda û Herêmê kirin ku bi cûreyek berjewendiyên hemwelatiyên Herêma Kurdistanê, armanca serekiya hemûyan bê.

3- Palpiştiya aliyên siyasî yên ji bo saziyên Herêma Kurdistanê û parastina Herêmê û berjewendiyên wê hate dûpat kirin.

4- Beşdarên civînê bi dilgiraniyê ve temaşa bi yek aliyane hengav avêtina li Encumena Nûneran ya li rûniştina roja yekşem 05/01/2020 da dike û bi binpêkirina bingehên pêkve kar kirin û dewleta federal û ji bo proseya siyasî û aramiya Iraqê jî bi metirsî dizanê.

5- Civînê de tekez kirin ku hengavên pêş, li gel aliyên Iraqî û bi beşdarî û şêwirîna li gel hemû aliyên Kurdistanî bê.

Nerîna min :