Pilana kodetaya dijî hikûmeta Îraqê eşkere bû
Paşmayên partiya Bassê xwe rêkxistinî dikir û xwe amade dikir ku piştî vekişîna hêzên Amerîkayê ji Îraqê, kodatayekê li dijî hikûmeta Îraqê bikin.
Berpirsekê îstîxbarata Îraqê ji çapemeniyê re eşkere kir ku partiya Bassê xwe ji bo kodetayekê ku, piştî vekişîna leşkerê Amarrîkayê ji Îraqê li dijî hikûmeta Nurî Malikî bikin, amade dikir û îstîxbarata Îraqê gelek endamên wê partiyê destgîr kirine.
General Hisên Kemal cîgirê wezîrê navxwe yê hikûmeta Îraqa federal ji ajansa nûçeyan Rueters re got ku hêzên asayîşa Îraqê hijmareke endamên kevin yên partiya Bassê ku, pilanek amade kiribû ku piştî vekişîna hêzên amerîkayî ji Îraqê, bi rêya kiryarên têkder û xwepêşandanan prosesa siyasî Îraqê jinav bibin, destgîr kirine.
Cîgirê wezîrê navxwe yê Îraqê bo karûbarên îstîxbaratê got ku îstîxbarata Îraqê 240 endamên berê yên partiya Bassê û gelek ji wan efser in ku peywendî bi pilana kodetaya dijî hikûmeta Îraqê hebû, destgîr kirine.
Her li ser vê meseleyî duhî di civîna civata weîzrên hikûmeta Îraqê de şeredev di navbera Nurî Malikî serokwezîrê Îraqê û Salih Mutlekî cîgirê Malikî de çê bû Nurî Malikî ku serokatiya civînê dikir, civîn bi cî hêla. Weke hatiya zanîn Salih Mutlek li dijî desrgîrkirina kevine endamên partiya Bassê derketiye.