Civak

Erdheja Wanê Duhok hejand lê duhokî nehejiyan

Serokê sandîkaya karkerên Kurdistanê tayê wîlayeta Duhokê duhî di daxuyaniyekê de, li ser pirsa alîkarîkirina lêqewmiyên erdheja Wanê,  ji rojnameya War ku, li bjarê Duhokê weşana xwe dike, got:
– Duhok bajarê herî nêzîkî  Wanê ye, divya bû di warê alîkarîkirina waniyan de Duhok yekemîn bûya. Ev bêdengiya Duhokê dê xerab li ser wê vegere.

Celal Nayîf serokê sandîkaya karkerên Kurdistanê li bajarê Duhokê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got:
– Ev çend roj bi ser karesata erdheja Wanê re derbas bûn û pêdvî bû duhokiyan jî, çi weke rêxistinên nehukumî (NGO), komeleyên civaka medenî yan jî senter, rêxistin û sandîkayan û çi jî saziyên fermiyên îdarî,  dest bi komkirina alîkariyan bikraye, jiber ku em digel Wanê cîran in.

Nayîf got jî ku di salên 80îyan de, dema xelkê wîlayeta Duhokê, ji ber êrîşên enfalên rijêma Sedem Hisênî qesta bakûrê Kurdistanê kirî,  xelkê Wanê ji dil û bi hesteke kurdperwerane xizmeta birayên xwe yên başûr kir jiber hindê:
– Pêwîst bû duhokiyan beriya her bajarekî din însiyatîv wergirtbaye û dest bi komkirina alîakriyê ji bo lêqewmiyên erdheja Wanê bikraye.

Weke tê zanîn li gelek bajar û bajarokên herêma Kurdistanê kampaniyên komkirina alîkariyan bo lêqewmiyên erdheja Wanê û derdurên wê dest pê kirine.

Back to top button