PAKê li Wanê Şêx Ebdulselam Barzanî bibîranî û Roja Ala Kurdistanê pîroz kir
PAKê roja 15.12.2019an, li Teşkîlata Wanê ya PAKê, jibo bibîranîna rêberê gelê
Kurd Şêx Ebdulselam Barzanî û ji bo pîroz kirina Roja Ala Netewî civînek li dar xist.
Di civînê de endamê Komîteya Birevebir a Navendî û Serokê Teşkîlata Wanê ya
PAKê İsmet Elçi, di derbarê jîyan û xebat û rola rêberê gelê Kurdistanê Şêx
Ebdulselam Barzanî de semînerek da.
Herweha Roja Ala Kurdistanê jî hate pîroz kirin û girîngî û rûmeta Ala Kurdistanê ya
di doza azadîya Kurdistanê de hate nirxandin.
Serokê Teşkîlata Wanê ya PSKyê Tayyip Kizilyildiz û gelek sîyesatvan û rewşenbîrên
Wanî jî beşdarî vê civînê bûn.
Piştî semînerê beşdarên semînerê jî di derbarê herdu babetan û rewşa sîyasî ya
Kurdistanê de bîr û rayên xwe anîn ziman.
Civîna PAKe ya li Wanê bi awayekî serkeftî bidawî hat.
15.12.2019
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê