Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsolê Îranê kir

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiya destbikarbûnê li Konsolê Giştî yê Komara Îslamiya Îran li Hewlêrê kir û hêviya serkeftinê li kar û erkên wî da xwest.

Li hevdîtina êvariya îro yekşem 15/12/2019 li Hewlêr, Serok Nêçîrvan Barzanî li gel birêz Nesrulla Reşnûdî Konsolê Giştî yê Komara Îslamiya Îran li Hewlêrê, pêşhatên dawî yên rewşa Iraq û navçeyê bi giştî guftûgo kirin.

Peywendiyên Herêma Kurdistan û Komara Îslamiya Îranê, peywendiyên Hewlêr û Bexda û berdewamiya guftûgoyên çareserkirina kêşeyan, mijareke dinê vê civînê bû.

Nerîna min :