PKK, rewşa Kerkûkê ji bo revandina zarokan kiriye derfet!
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) rewşa ne asayî ya Kerkûkê, jê sûd verdigre bo revandina zarokan û rêveberê asayîşa Kerkûkê jî cîhê wê binkeyê aşkera dike ku zarokan dibe.
Li gor zanyariyên BasNewsê, PKK bi rêya wan grubên nav Kerkûkê de kar bo dikin, ji rewşa xirab a Kerkûkê û leşkerî bûna bajar bo revandina zarokan kiriye derfet û di vê heyamê de gelek zarok û xort ji Kerkûkê revandine.
Rêveberê asayîşa Kerkûkê Îdrîs Rifet ji BasNewsê re ragehand, binkeyên PKKê li Kerkûkê mijûlin, zarok û ciwanan bibin bo navçeya (Xorne Wezan) a li sînorê navbera Kifrî û Xurmatû.
Herwaha diyar kir, berî xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê revandina zarokan ji aliyê PKKê ve her hebû, lê naha bi awayekî zêdetir kar bo wê yekê dikin û ew zarok û ciwanane binkeyekî Xornewezan û perwerdeya leşkerî didin wan û piştre rêdikin Qendîl û navçeyên din ên bin desthilata PKKê de.
Herwaha aşkera kir, di encama revandina zarokên xwe de gelek caran malbatên kurd ên Kerkûkê avêtine ser binkeyên PKKê yan jî rêgirî kirine ji bo revandina zarokên xwe, lê dîsa jî beşek ji wan her birine û naha diyar nînin.