Nivîsar

Leyiztik bi pîyona nayê kirin

 

Lî gora daxûyaniya nûnerê HDPê li Hewlêr . Dê nêzik de heyetek ku ji HDPê û havalbendên wê pêk tê serdana başûrê Kurdistanê bike.

Heyeta ku serdana kurdistana Başûr bike ji hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, parlamenterên HDPê Îmam Taşçier, Ayşe Acar Başaran, Nuran Îmîr, Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDPê Nazmî Gur, Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye (KDP-T) Mehmet Emin Kardaş, Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Aşitî pêk tê.

Bê guman hemû kurd û aliyên siyasî bi armancên cüda serdana beşên din yên Kurdistanê dikin .Wek tê zanîn ji berî demekî di bandora HDPê de li Diyarbekir civînek pêkhat û kaşo 10 partiya biryara hevkarî û yekitiya kurda dan û biryar girtin ku “Yekitiyek Netewî“ ava bikin. Herweha ji bo heman sedemê jî serdana başûrê Kurdistanê dikin.

Ji berî her tiştekî di vê heyete de serokên HDPê cih nagirin. Tenê hinek parlementerên HDPê û kesayetên ku xwe sipartîne siyaseta PKKê cih digrin. Di rastiya xwe de tu armanca wan bi vê serdanê tüneye. PKK her dema ku dikeve tengasiyê şanoya Yekitiya Netewî tîne ser dike.

Dema mirov baş bala xwe bidiyê hevserokê Kongreya Civaka demokratik jî di vê heyete de cih digre. Baş e madem Kongreya Civaka Demokratik heye û ew îdia dikin ku hemû aliyên kurd li bakur di vê kongreye de cih girtine û nimuna yekitiya netewî ye.Ji bo çi tu hewl didî ku yekitiyek din a “Netewî“ ava bikî. Tu bi xwe ne netewiyî dê çewe serkêşîya “Yekitiyek Netewî“ bikî.

Hemû leyiztikin û fîn û fehlên PKKê ne. Armanca vê heyetê ewe ku xwe bighînin Qendîl û Mexmûr wek din hinek alîgirên xwe bibinin. Gelo dê ev heyet serdana Şingalê bike yan na? Pêwiste serdana Şengalê bike li gel baskê PKKê yê devera Şingalê jî hevdîtinekî bike ji bo Yekitiya netewî. Heta hinek hevdîtina jî li gel Heşda Şeibî bikin. İhtimala ew jî di yekitiya wan de cih bigre.

Eger vê yeke nekin bila hevkariya Heşda Şeibî û PKKê li Şingalê li dijê tevgerên başûrê Kurdistanê û dijê hêzêa Pêşmerge şermezar bikin.

Hêdî siyaset û tektîkên rojana bi piyona nayê kirin.Leyiztik di serî de hetiye winda kirin û bila kesek xwe nexapîne. Eger partiyên başûrên Kurdistanê di mistewayek bilind pêşwaziya vê heyete bikin û ji wan re xweş bikin dê ji berî her tiştekî kevir li linge xwe bidin û bibin aktorek yê vê şanoyê.

Nûçe/Analîz

 

 

Back to top button