Civak

Hewlêrî, Duhokî û Mûsiliyên nav YNKê daxwaza “mafên xwe” dikin!

Organên Duhok, Hewlêr û Mûsilê yên YNKê daxwaz dikin di rêveberiya nû ya YNKê de cîh bigirin.

YNKê biryar daye roja 7 vê mehê (sê rojên din) çaremîn kongireya xwe li dar bixe. Lê wisa xuya dike kongire were paşxistin.

Berpirsê melbenda YNKê li Mûsilê, Xeyas Sûrçî ji BasNewsê re got, ji ber ku konferansên melbendan xilas nebûne, kongire dê çend rojan were paşxistin.

Xeyas Sûrçî her wiha got, piraniya endamên encumena navendî ya YNKê alîgirên wê ne ku nûnerên her deverekê di rêveberiya YNKê de hebe.

Bi gotina wî berpirsê YNKê, Duhokî û Hewlêriyên nav YNKê jî vê yekê dixwazin.

Parlementera berê ya YNKê Perwîn Ebdulrehman jî ji BasNewsê re got, nabe vê carê mafê Hewlêrî  û Duhokiyan bê xwarin. Divê ew jî di nav rêveberiya YNKê de cîh bigirin.

Cîgirê berpirsê Melbenda YNKê li Duhokê, Elî Oremarî ji BasNewsê re gotibû, xebata me ji xebata Silêmaniyên nav YNKê kêmtir nîne ji ber wê jî em mafê xwe dixwazin û daxwaza me ew e ku ev mijar di kongireyê de were garantîkirin.

 

Balkêş e ?
Close
Back to top button