Cîhan

Nêzike ku Amerîka Tirkiye ceza bike

Senatorê Amerîkî  Lindsey Graham, da xûyakirin ku,heftiya bê, ji bo êrîşa Tirkiye ya bakurê Suriye dê hinek cezayan li ser Tirkiye bê danîn bînin Senatoyê. Ji berî niha ev ceza li Meclisa Nûneran de hatibûn qebul kirin.

 

Graham li avahiya Kongreyê bersiva rojnamevanan da û li ser pirsa ‘Gelo çima cezakirina Tirkiyê wiha ‎demeke zêde paş dikeve? Berdiva xwe de Graham got: “Bi baweriya min ‎êdî dema wê hatiye hinek tiştan bikin. Min hewl da demê bidim daku Tirkiye û Koşka Spî meseleya S-‎‎400an çareser bikin, lê wiha dixuye pêvajo pêşve naçe û paşve diçe.”‎

Graham da zanîn, ku projeyasaya li Encûmena Nûneran a Amerîkayê hatiye qebûlkirin, ne derbarê S-‎‎400an de ye, lê bi dagîrkirina Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve girêdayî ye û got: “Wiha difikirin hefteya pêşiya ‎me versiyoneke projeyasaya Encûmena Nûneran bixin rojeva xwe. Ez dixwazim projeyasaya ‎Encûmena Nûneran wek xwe derbas bikin û pêşkêşî Serok bikin ji bo îmzekirinê, ji ber li gor min proje‎yasayeke baş e. Emê bibînin ka Serokê Komisyona Peywendiyên Derve ya Senatoyê James Risch dê çi ‎bike.”‎

Encûmena Nûneran, ji ber êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyê proje‎yasaya cezakirina Tirkiyê li beramber 16 dengên Na bi 403 dengên Erê qebûl kiribû.

Têkildarî cezakirina Tirkiyê, Lindsey Graham û Senatorê Demokratan ‎Chris Van Hollen doh nameyek ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo re nivîsîbûn û daxwaz ‎kiribûn ku êdî Tirkiye bê cezakirin.‎

Herdu senatoran di nameya xwe de tekezî li ser wê yekê kirine, ku ji ber Tirkiyê sîstema berevaniyê ya S-400 ji Rûsyayê ‎kiriye, êdî divê were cezakirin û eger ceza neyê ferzkirin, ev yek bo welatên din dê bibe “peyameke ‎metirsîdar.”‎

 

Back to top button