Civak

PYDê deriyê Sêmalka radestî rejîma Sûriyê kir

Endamê rêveberiya Encûmena Niştimaniya Kur dli Sûriyê (ENKS) aşkera kir, rêveberiya xweser ku ji aliyê Partiya Yekitiya Demokrat (PYD)ê ve hatiye pêkanîn, deriyê Sêmalka radestî rejîma Sûriyê kiriye.

Endamê rêveberiya ENKSê Ebdulrehman Apo ji BasNewsê re ragehand: ‘’Deriyê sînorê Pêşabur (Sêmalka) radestî rejîma Sûriyê hatiye kirin û ew serpereştiya wê dikin, lê hîn saziyên ewlehiya xwe neanîne û bi nav PYD karûbaran birêve dibe û heta demekî diyar dê wisa be.’’

Herwaha behs kir ku, PYD beş bi beş navçeyên Rojavayê Kurdistanê radestî rejîma Sûriyê kirine û naha mijûlin temamê ew parçeyê Kurdistanê dikeve bin kontrola rejîma Esad.

Ev yek di demekî de ye ku di qonaxa êrîş û dagirkeriya Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê de, PDYê ku baskê PKKê yê Sûriyê ye, gelek navçeyên rojavayê Kurdistanê radetî rejîma Sûriyê kirine.

Back to top button