Siyaseta Dr.Berhem Salih ji bo kurdên Swêd xirab e
Ev deqê daxuyaniya Kurdu Baksi ye..
SIYASETA DR BERHEM SALIH JI BO KURDEN SWÊD XIRAB E!
Bi fermana hejmara 2557 ya 13/10 – 2011-ê bi îmzeya serekwezîrê herêma Kurdistane Dr. Berhem Salih ji bo damezrandina Hêriş Xule Eziz Ferhan wekî nûnerê hikumeta hêremê li Swêdê biryar da.
Ez Hêriş Xule Eziz Ferhan nas nikim. Di nav hezaran civinan, protestoyan û saziyen kurdan de besdar bûme lê heta îro rojekê ew kese kû tayin kirine ji bo nûnertiya herêma Kurdistanê li Swêdê li tu deverî nedît. Ew kes rojekê ciyekî resmî de tu axaftinekî nekiriye, ew kes tu roj kar u barên diyaspora kurdî li Ewrupa de bi durbîn jî nehatiye xuya.
Sala 1992 de li Swêdê û henek welatên din nûnertiyên hikumeta federal a Kurdistan (KRG) hatin damezradin. Nûnertiya KRG a li Skandinavya a yekemîn KDP biryar da û Taha Berwary bû nûnerê KRG û ji YNK Arî Reza bû cîgirê wî. Pistî cend salan YNK biryar da û Burhan Habîb xiste şûna Arî Reza lê Teha Barwary heta 2008 nûnertiya xwe berdewamkir. Mirov dikare li ser KRG wan salan de gelek tiştan bêje lê KRG kar dikir.
Li Swêdê 100 000 zedetir kurd dijîn û Swêd endame Yekitia Ewropa ye. Kurdên herî siyasî û aktîf li diyasporaya de li Swêd dijîn. Ji ber wê dema ji li terminolojiya ye siyasi de li Sleman, Hewler, Qamishlo u Amed gotina “Kurden Swêd) heye. Parlamentoya Kurdan herî mezin dervey Kurdistanê li Swêd e. 6 kurd aniha parlomentoya Swêd temsîl dikin. Hejmara nivîskarên kurd li Swêd ji ên Kurdistanê zedetirin. 5 televizyonên kurdan bi riya satelitan ji Stockholmê weşan dikin. Bi hezaran pirtûk û cd/kasett/ li Swêd bi kurdî belav bûne.
Ango, Swêd ji bo hikumeta Kurdistan giring e. Eger Berhem Salih nizanibe ku Swêd ji bo dawa kurd giring e bila ew biryara xwe ji bo KRG a Swêd be cav derbaske. Heger, giringiya kurdên Swêd û qimeta Swêd zanibe û dîsan kesên ne zîrek tayin dike ji bo Swêd û Iskandinavya mana wi ewe kû li gora biryara 2557 kar nake. Ew biryar dibêje nûnere KRG de “ji bo xurtkirina têkiliyên Kurdistanê û Swêde ye.”
Dive hikumeta federal a Kurdistan e ev biryara xwe bi lez bigûhrine. Nexe, mala lobizim û diplomasiya kurd li Iskandinvya ziyan bistine!
KURDO BAKSI
Niviskar û rojnemevan