Civak
Şer dijwar dibe
Li Kurdistana Bakur rojane operasyon û çelakiyên çêkdarî têne kirin. Doh êvarî li devera Çetax a girêdayî Wanê di nav leşker û çekdarên PKK-ê de şer çêbû. Di encama vî şerî de li gora ku hatî ragihandin leşkerek û du parêzvanên gunda jiyana xwe ji dest dan.
Îro jî li bajarê Diyarbekir çekdaran êrîşek birin li ser otomobîlek polisan û di encam de polisek jiyana ji dest da.
Li gora nûçeyên ji herêmê têne, sê kujiya di navbera devera Basa, Cizîrê û Dihê de şerek dijwar di navbera leşker û çêkdarên PKK-ê de heye. Heta niha li ser encama vî şerî de tiştek nayê zanîn.