Dewriyên hevbeş li Navçeya Aram dest pê kirin
Di çarçoveya lihevkirina li ser herêma ewle li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê de ku di navbera Amerîka, Tirkiye û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de hatiye kirin de, hêzên leşkerî yên Amerîka û Tirkiyê yekem dewriyeya leşkerî ya çavderiyê îro beyaniyê dan destpêkirin.
Hat ragihandin ku wesayîtên leşkerî yên Tirkiyê derbasî sînorê Rojavayê Kurdistanê bûn û li wir jî hêzên Amerîkî amade bûn.
Liv û tevgera bo dewriyeya hevbeş a hêzên Amerîka û Tirkiyê li ser devera diyarkirî ya Rojavayê Kurdistanê berdewam e.
Amerîkayê beriya niha jî bi Meclîsa Leşkerî ya Serêkaniyê re li herêmê dewriyeya leşkerî pêk anîbû.
Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar beriya niha ragihandibû ku dê 8ê Îlonê di çarçoveya rêkeftina ligel Amerîkayê de, dewriyeya hevbeş a bejahî li ser sînor dest pê bike.