Polîtîk

Serok Barzanî pêşwaziya Emîrê Komelê kir

Roja yekşem 08.09.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mamosta Elî Bapîr Emîrê Komela Îslamî û şandekî li gel kir ku ji Abdulstar Mecîd Endamê Mekteba Siyasî û Mamosta Mela Hesen Endamê Serkirdayetiya Komela Îslamiya Kurdistanê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de ku Fazil Mîranî Sekreterê Mekteba Siyasî û Elî Husên Berpirsê Mekteba Navendî ya Peywendiyên Niştimaniyên Partiya Demokrata Kurdistanê amade bûn, rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya Kurdistan û Iraq û navçeyê guftûgo kirin.

Her li vê hevdîtinê de tekez li ser pêwîstiya hemahengiya aliyên Kurdistaniyan ya li ser berjewendiyên bilindên Kurdistanê û xalên hevbeşên di navbera wan û pêkanîna yekrêziya niştimanî kirin.

Li beşekî dinê vê civînê de her dû alî li ser pêwîstiya yekgotarî û hemahengiya fraksiyonên Kurdistaniyên li Bexdayê de hevrê bûn.

Peywendiyên di navbera her dû aliyan mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

 

Back to top button