Civak
Jinek kurd doza kurê xwe li HDPê dike
Li Diyarbekirê jinek bi navê Hacire Akar, dibeje ku, HDPê kurê wê yê 22 salî rêkiriye çiyê da ku bigihe PKKê. Ji bo vê yekê Hacire Akar li gel jinek din çû avahiya HDPê û li wê derê rûnişt û doza kurê xwe kir.
Yanî bi awayek din Akar dest greva runiştinê li ber avahiya HDPê kir. Li gora nûçeyên hatin belav kirin, piştî kurê malê Mehmet Akar bi daxwaziya yekê ji HDPê ji mal çûye û hêdî venegeraye. Diya wî jî dibêje kurê min rêkirinê çiyê.
Kurek din yê heman jinê bi navê Firat Akar, sala 2004ê tevlî PKKê bûye û li gora HDPê ji dêûbabê Firatre gotî, wî sala 2017ê di şerekî de jiyana xwe ji dest daye.