Cîhan

Siyaseta Tirkiye li Suriye têk diçe

Li Surye  bûyerên çêdibin dide nîşandan ku peymana Tirkiye û Rusya ya Soçî bi temamî têk çuye. Rejima Suriye bê Rusya gavê navêje. Rusya jî hemû planên xwe bi rêya rejima xwe ve girêdayî cih dike.

Sala 1918ê serokên Rusya û Tirkiye li bajarê Soçî hatin bahev û di derbarê devera Idlibê de peymanek îmze kirin û li hevhatina xwe ji bo cîhanê ragihandin. Tirkiye ji bo ewlehiya  deverê 10 cihên çavderiyê avakirin û hêzên xwe lê danîn.

Lê di vê dawiyê de rejima suriye bi arikariya Rusya dest êrîşa li himber herêma Idlibê kir, hinek cihên stratejîk vergirtin . Du cara êrîşê qerekolên çavderiya Tirkiye kir û carekî efserek Tirkiye hate kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Her dema êrîşek ya rejima li dijê hêzên Tirkiye çêdibe, Tirkiye hewara xwe dighîne Rusya. Rusya hinek daxûyaniya bidê jî , lê guh nade Tirkiye. Yanî bi awayek din peymana Şoçi nemaye. Tirkiye niha li rêyên din digere. Herêma Aram li gel Amerikayê ne bi dilê Îran, Rusya û rejima Suriyeye.

Niha Tirkiye di siyaseta xwe ya Suriye de li ser du rêyanekiye. Yan dê li gel Amerikayê bi temamî rêbikeve û ji dev li hevahtinên li gel Rusya û Îranê berdê, yanjî hêdî siyaseta heta îro rêve dibe bi temamî têkdiçe.

Back to top button