Civak

Nêçîrvan Barzanî Facebook a xwe vekir

Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê malperê xwe yê taybet li tora civakî a Facebooke vekir.

Li gor kovara Sivîl, Nêçîrvan Barzanî çend wêneyên jiyana xwe ya taybet û wêneyên malbatî digel pîrek û zaroyên xwe ku, beriya nuha ew wêne nahatîne balev kirin, di malpera xwe bicih kirine.

Barzanî di malpera xwe ya Facebookê de behsa jiyana xwe ya şexsî dike û dibêje ku, ew gelek dixwîne û bi tyabetî  kitêbên dîrokê û helbesat dixwîne û hez ji melevanî, tens û hilkişiyana ser çiyan dike.

Nêçîrvn Barzanî di malpera xwe de nivîsîye:
– Hevalên birêz
Gelek sipas ji bo piştgirî û têkelîdeynanê. Ez kêfxweş dibim dema têbînî û peyamên we di Facebookê a xwe de dibînim. Gelek zehmete bersiva hemû peyamên we bidim, lê dilrehet bin ku ez gelek bi giringî li peywendî û dîtinê we dinêrim, careke din sipasiya we dikim û hêvîdarim têkeliyên me berdewam bin.

Back to top button