Polîtîk

Baydemîr: Werin min bikujin

Şaredarê Diyarbekirê Osman Baydemîr xwest ku ji bo aştiyê muzakereyên bi Ocalan re dewam bikin û wiha got: “Ji birêz serokwezîr Erdogan, Kiliçdaroglu û Bahçelî re dibêjim; ger kuştin, xwîn rijandin çareserî be, werin xwîna min birijînin, werin min bikujin.”

Di roja 1ê îlonê de,  roja Aştiya Cîhanê, li qada Stasyonê ya Diyarbekirê, ji aliyê saziyên sivîl ve mitîngek hate lidarxistin. Parlamenterên BDP’ê Gültan Kişanak, Demir Çelik, Ayla Akat û şaredarê Diyarbekirê Osman Baydemir jî tevli mitîngê bûn.

Baydemir derkete ser dikê û bi kurdî û tirkî axivî. Baydemir bang li gelê tirk kir û got ku ev welat ji aliyê kurd û tirkan ve hatiye avakirin û wiha axivî:

 – Kurd û tirkan ev welat bi hev re ava kirin. Bi hev re bedel dan. Lê piştî avakirina komarê kurd hatin înkarkirin, rastî asîmilasyonê hatin, rastî tecawizê hatin, erdnîgariya me hate bombebarankirin. Ger ev zilma li kurdan li tirkan hatiba kirin, tirk hemû dê derketana serê çiyê.

– Ji birêz serokwezîr Erdogan, Kiliçdaroglu û Bahçelî re dibêjim; ger kuştin û xwîn rijandin çareserî be, werin xwîna min birijînin, werin min bikujin.

Back to top button