Civak

Rojnemevanên Hewlêr êrîş şermezar kirin

Rojnemevanên Hewlêr dan xûyakirin, ku ew êrişa li dijî nivîskar û ronamevanê Kurd Asos Herdî hatiye kirin, di demekî de ye ku hêzên siyasî li herêma Kurdistanê mijûlî wê yekê ne xwe nêzîkî hev bikin û di derbarê rewşa siyasî û ji bo çareserkirina arîşe bigihêjin encamekî. Lê mixabin roja 29-ê Tebaxê  Asos Herdî bû armanva êrîşa çend kesên nenaskirî.

Di daxuyaniyê de tê ragihandin ku; ´´ Em wek rojnamevanên Hewlêrê, vê kirdarê û ewê êrişa li ser nivîskar û rojnamevanê Kurdistanî Asos Herdî mehkûm û riswa dikin û em li ser wê bawerîyê jî ne ku ew kar xizmeta berjewendîya giştî û berdestbûna tenahîyê nake´´.
 
Li gor daxuyaniyê, destekî veşartî li pişt vê êrişê heye û rojnamevanên Hewlêrê weha dane xûyakirin, ku ew êriş berdewamîya êriş û gefên berê yên ser nivîskar û rojnamevanan li Silêmanîyê û Hewlêrê ne.
 
 

Back to top button