Mela : Vegerin Rojavayê Kurdistanê

Komîta Navendî ya PDK-S li Hewlêrê dicive û Sekretêrê wê partiyê daxwaz ji cemawerê xwe dike, dema penaberiyê bidawî hatiye û divê e hemû cemawerê wan vegerin Rojavayê Kurdistanê.
Îro 17 Hizêranê endamên Komîta Navendî ya PDK-Sê ji hundirê Rojavayê Kurdistanê, Herêma Kurdistanê, Tirkiye û Ewropa gihîştine Hewlêra Paytexta Herêma Kurdistanê û dest bi civîna xwe ya asayî ya berfereh kirin.
Sekretêrê Giştî yê PDK-Sê Sûid Mela ji K24 re ragihand, ev civîna Komîta Navendî bi armanca pêşxistina karê wan li Rojavayê Kurdistanê ye. PDK-Sê rewşa xwe di nava ENKS û Îtîlafa opozîsyona Sûriyê de guftûgo dike.
Mela got jî, ew daxwez ji cemawerê xwe dikin êdî dema penaberiyê bi dawî hatiye û pêwist e hemû cemawerê wan vegerin Rojavayê Kurdistanê.
Civîna Komîta Navendî ya PDK-Sê bi amadebûn 51 Serkrideyên wê partiyê yên ji derve û hundir dê 4 rojan li Hewlêrê berdewam bike û di dawiya wê civînê de dê daxuyaniyekê dibe.
https://www.youtube.com/watch?v=R0tLhvAiXsw


