Cîhan

Serdanek girîng, mijarên germ

 

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-YVes Le Drian serdana Enqereyê kir û digel hevpostê xwe yê Tirkiyeyê kom bû. Gelek pirs û mijarên girîng li hêviya her du wezîran bûn û lê ya herî germ pirsa Suriyeyê, bandora xwe danî li ser kombûna wan.

Mewlût Çavûşoglu bi eşkereyî dibêje: Li ser hemû pirsên Suriyeyê ew û Fransa lihev dikin. Lê di derbarê YPGyê de di navbera wan û Fransayê de nakokiyek berbiçav heye û ew ji nêzikbûna Fransa û YPGyê dilgiran in.

Mewlût Çavûşoglu:

“PKK û YPG yek tişt e. Fransa ji alîkî ve dijî PKKyê bergiriyan werdigre lê ji alîkî din ve jî digel YPGyê pêwendî û hevkariyek nêzik datîne. Ev siyaset li Fransayê nayê. Ev siyaset, ji bo siberoja Suriyeyê, ji bo yekbûna axa Suriyeyê metirsîdar e. Piştgirîkirina YPGyê ji bo welat û miletê me jî meseleyek hestyar e.“

Wezîrê Derve yê Fransayê jî nakokiya Tirkiye û Fransayê ya di derbarê YPGyê de piştrast dike. Li gor Le Drîan divê rê neyê dayîn DAÎŞ careke din serî hilde û ji bo vê jî divê YPGyê were piştgirîkirin.

Le Drian:

“ Em digel Tirkiyeyê li ser meseleya rojhilatê bakurê Suriyeyê lihevnakin. Divê em rêliber zindîbûna DAÎŞê bigrin. Ji bo vê jî divê piştgiriya rêveberiya xweser bikin. Lê ji alîkî din ve divê em bersiva dilgiraniyên Tirkiyeyê yên di derbarê ewlekariyê de jî bidin.“

Mijareke din a kombûna rojnamevanî, krîza S400an a Tirkiye û Amerîkayê bû. Enqere dibêje wan S400an kirîne û êdî genegeşe nakin. Di demek nêzik de jî bersiva gefên Amerîkayê didin.

Mewlût Çavûşoglu:

“Beriya her tiştî em şêwaza nameya Amerîkayê qebûl nakin û ti kes nikare gef li Tirkiyeyê bixwe. Tirkiye welatek azad û serbixwe ye. Tirkiye S 400an kiriye. Em êdî kirîn û nekirînê gengeşe nakin. S 400 dê werin Tirkiyeyê û bicih bibin. Em ji ber nameyên Amerîkayê gav paşde navêjin. “

Tirkiye ji ber 2 sedemên bingehîn; alîkarîkirina YPGyê û kirîna S400an bi Amerîkayê re di nava krîzê de ye. Tirkiye ji gotina xwe nayê xwar û Amerîka jî li ser gefên xwe berdewam e. Ger krîz di demek zû de neyê çareserkirin, Amerîka dê dorpêça çek û aboriyê deyne ser hevpeymanê xwe yê NATOyê.

Back to top button