Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo pêkanîna hikûmetê erkdar kir
Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî îro bi fermî Mesrûr Barzanî ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê erkdar kir.
Di merasima erkdarkirinê de, Seroka Parlamentoya Kurdistanê Dr. Vala Ferîd jî amade bû.
Li gor yasayê, serokwezîr piştî ku ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve tê erkdarkirin, 30 rojan derfeta wî heye ku kabîneya hikûmeta xwe pêk bîne.
Mesrûr Barzanî piştî erkdarkirina wek serokwezîrê herêma Kurdistanê daxûyaniyek ragihand.
Daxûyaniya serokwezîrê herêma Kurdistanê :
Derbarê namzedkirin û pîwerdarkirina min a bo serokatîkirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê, bi pêwîst dizanim ku spasiyên xwe pêşkêşî cenabê Serok Barzanî, Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê, Civata Serokatiya PDK û endam û alîgirên PDKê bikim bo destnîşankirina min weke berbijêrê PDKê bo vê postê. Herwiha spasî û rêzdariya xwe pêşkêşî parlementoya Kurdistanê bi tevahiya fikrasiyonan ve dikim bo namzedkirin û pîwerdarkirina min.
Herwiha spasiya birêz Serokê Kurdistanê dikim bo pîwerdarkirina min bo avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê.
Spas bo beweriya we û hewl didim bi hevkariya tevahiya wan aliyan ku biryar dane beşdarî di kabîneya nû de bikin, di dema diyarkirî de pêkhateya kabîneya nû bixim berdem parlementoyê, da ku bilez bikarin xizmetên hêja pêşkêşî gel û nîşitman bikin, hêvî dikim tevahiya aliyên têkildar hevkariya me bikin, da ku bilez ev prosesa bi serkeftî bigehînin encamên baş.
Mesrûr Barzanî
12.6.2019