Cîhan

Amerika mohlet da Tirkiye

Kirîza navbera Amerika û Tirkiye de ji bo kirîna S-400 an çikas diçe kûr dibe û Amerikayê dawîyê de helwestek gelek tund li himber Tirkye danî holê.
Amerika dibêje ku, eger Tirkiye sistema S-400 an bikire û li Tirkiye bi cih bike, emê Tirkiye ji bernemeya F-35ê derêxin. Niha Amerika gelek pîlotên Tirk ji bo F-35ê perwede dike . Dê Amerika perwerdeya wan bisekinîne û ji bo berdewamiya perwerdeyê pîlotên nû ji Tirkiye nayne.
Berpirsên Amerikayê dibêjin ku sistema F-35ê û sistema S-400 ê du sistemên li dijê hevin û bi tu awayî li gel hev naguncin.
Amerikayê heta 31ê meha Temuzê mohlet daye Tirkiye daku helwesta xwe ya dawî bide kifşkirin.
Herweha hinek çavkanî dibêjin ku, belkî Tirkiye soza dayî Rusya bîne cih û S-400an bikire, lê wan bi kar nayne dê depoyan de bihêle.

Back to top button