Nivîsar

Serokatiya Kurdistanê li Nêçîrvan Barzanî pîroz be

Nêçîrvan Barzanî ji aliyê parlementoya Kurdistanê ve wek serokê herêma Kurdistanê hate hilbijartin. Bê guman hilbijartina Nêçîrvan Barzanê wek serokê herêma Kurdistanê, dibe destpêkek nûjen di prosesa siyasî li başûrê Kurdistanê. Herweha bandora vê yekê bi awayekî li beşên din yê Kurdistanê jî dike û mirov dikare bêje ku tevgera Azadixwaz a Kurd dikeva qonqxeka din a siyasî de.

Tê zanin ku Nêçîrvan Barzanî bi kesayeta xwe ya berz û bi hêz , bi tolerans û dîplomasiya xwe ya serkeftî sing bi sing berê xwe dide pirsgirêkên heyî û wan çareser dike. Di siyaseta Nêçîrvan de, bê hêvîtî, neçarî tuneye. Ew bi helwesta xwe ya mirovanê gelek cara neçarî kiriye çareseriyek bi nirx.

Kurd hemû dizanin ku, di pêvajoya hilbijartina serokatiya Nêçîrvan Barzanî de, aliyên siyasî çikas xwe birin û anîn. Taybetî YNKê çikas bi erzanî leyizt, lê îrada Parlementoya Kurdistanê karî van leyiztikên qirêj bide aliyekî rê li prosesa siyasî veke.

Taybetî piştî ku Nêçîrvan Barzanî wek serokê Kurdistanê hate hilijartin, peyama xwe ya yekem de, daxûyaniyek dîrokî da û ragihand  ku ka ew çikas xwedî toleranse û dê çikas bi germî, hemû aliyên siyasî, pêkhatên Kurdistanê, Ol û mezhebên cuda hemêz bike.

Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje: Aştî û aramiya civakê û parastina mafên takekesî û civakî dê armanca me ya sereke be. Pêgeha Herêma Kurdistanê dê li herêmê û civaka navnetewî de bihêz bibe.

Berdevamiya peyama xwe de Nêçîrvan Barzanî dibêje: Kurdistaniyên ezîz, piştrast dikim ku Serokatiya Herêmê, ti cudahiyan nexe di navbera her raman û baweriyê de û dê bibe sîwana tevahiya hêz, aliyên siyasî, pekhate û baweriyên cuda.

Ez bi hemû hestên netewî, Kurdistanî, dostanî û birayetî serokatiya Kurdistanê, ya Nêçîrvan Barzanî pêşîyê li cenabê wî, li malbat û dost û hevalên wî , li hemû gelên Kurdistanê û li Kurdistana ezîz pîroz dikim.

Serkeftina Nêçîrvan Barzanî qet guman tuneye ku , dê serkeftina Kurdistanê be.

29.5.2019

Dara Bilek

Back to top button