Serokê parlementoya Iraqê pîrozbahiya Nêçîrvan Barzanî dike

Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî bi rêya telefonê bi Serokê nû yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re axivî û pîrozbahî lê kir.
Di pêwendiyeke telefonê de Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir ku weke serokê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin.
Mihemed Helbûsî di wê peywendiyê de tekez kir ku ew piştrast bi tiwana û nêrînên Nêçîrvan Barzanî, ku ew yek dê bibe sedemek ji bo serkeftina wî di erkên wî de.
Ofîsa Serokê Parlamentoya Iraqê ragihand ku Helbûsî gotiye: “Ez hêviya pêşkeftinê di gelê me yê li Herêma Kurdistanê re dixwazim.”

Nerîna min :