Britanya pîrzbahî li Nêçîrvan Barzanî kir

Balyozê Brîtanya li Bexda û Konsulê Brîtanya li Herêma Kurdistanê pîrozbahî li serokê nû yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kirin.
Balyozê Brîtanya li Iraqê Con Wîlkis di peyamekê de pîrozbahiyê li Nêçîrvan Barzanî dike û dibêje: “Kêfxweş im bi hilbijartina Nêçîrvan Barzanî weke serokê Herêma Kurdistanê. Pêwîst e Kurd û Iraqî ligel Brîtanya hevkar bin ji bo ku em derfetên ku li ber dest in, bi baştirîn şêwe bikar bînin.”
Ji aliyê xwe ve, Konsulê Brîtanya li Hewlêrê Martîn War di peyamekê de ragihand: “Ez pîrozbahiyê li Nêçîrvan Barzanî dikim ku ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve weke serokê Herêma Kurdistanê hatiye hilbijartin. Pêwendiyên Brîtaniya ligel Nêçîrvan Barzanî berdewam baş bûn û ez piştrast im ku dê pêwendiyên me pir baştir jî bibin.”

Nerîna min :