Polîtîk

Wezîrê derve yê Tirkiye pîrozbahiya Nêçîrvan Barzani dike

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bi rêya telefonê bi Serokê nû yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re axivî û pîrozbahî lê kir.
Di pêwendiyeke telefonê de Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir bi boneya hilbijartina wî weke serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve û hêviya serkeftinê jê re xwest di karê wî yê nû de. Herwiha tekez jî kir li ser pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de.
Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî spasiya Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu kir li se wê pîrozbahiyê û hêvî kir ku pêwendiyên herdû aliyan di hemû waran de zêdetir pêş bikevin.
Back to top button