Civak

Endamê Desteya Rêveber ê KCKyê Riza Altun nûçeya kuştina xwe red dike

 

Riza Altun di hevpeyvînekê ji medyaya nezikê PKKyê re ragihand ko: Nûçeyên di derbarê kuştina wî de şaş û derew in. Medyaya Tirkiyeyê dijî PKKyê şerek taybet bi rê ve dibe û dixwaze hişmendiya xelkê Tirkiyeyê bi rê ve bibe. Pêwîst e mirov baweriya xwe bi wan neyne û girîngî nede.

Riza Altun:
“Medyaya Tirkiyeyê ji berê ve dijî tevgera me, siyaseta şerê taybet bi rê ve dibe. Ev şerê taybet di demên dawî de dijwartir e. Bi berdewamî nûçeyên şaş û derew belav dikin. Armanca wan rêvebirina hişmendiya xelk e. Herwiha dixwazin moralê aliyên welatparêz jî têk bidin. Rast e. Di 21ê Adarê de Qendîl hate bombebaran kirin. Lê ez li wir nebûm. Çi pêwendiya wê êrîşê bi min re niye. Digel ko ez ne li wir bûm, hikûmeta Tirkiyeyê pêwîstî dît, bangeşeyek bi vî rengî bike. Divê mirov baweriya xwe bi van nûçeyên şaş û derew neyne. Ev bangeşeya şerekî taybet e. Divê mirov girîngiyê nede. “

Balkêş e ?
Close
Back to top button