Polîtîk

Davutoglu: Dê eşkere bibe ku kî li rêbazê xwedî derketiye û kî xiyanet kiriye

Ahmet Davutoglu serokwezîrê Tirkiye yê berê, gava yekem ji bo damezirandina partiyek nû avêt.

Davutoglu li Stanbulê tevlî kongreya Karsazên ji Konyayê ku li Stanbulê dijîn bû. Di civînê de Davutoglu axavtinek kir û got: Dema roj werê deftera hesab bê vekirin, dê eşkere bibe ku kî li mîras (rêbaza siyasî)  xwedî derketiye û kî xiyanet kiriye. Dê bixweyê ku, kî ji bo parastina mîras ji dev çi berdeya û kî ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî ji dev mîras berdaye. Xwedê rêya me veke.

Kongreya karsazên ji bajarê Konyayê ku li stanbulê dijîn pêkahat û di dema kongreyê de ji berî fitarê Davutoglu axavtinek kir. Davotoglu axavtina xwe de hinek peyam dan û got: Sedeqata me ji berî her tiştekî ji xwedayê me re, ji Miletê me re ,ji welatê mere û ji prensibên mere yên ku rayên xwe ji çanda resen girtiye re.
Davutoglu dê cîvênên vî cureyî li Ankara, İzmir, Konya, Malatya û Elezîzê jî bike û prensibên partiya xwe ji Raya Giştîre eşkere bike. Dê ji berî meha Temuzê jî partiya xwe eşkere bike.

Back to top button