Davutoglu dadkeve qada siyasî
Demek dirêje li Tirkiye behsa damezirandina partiyek nû di rojeva siyasî de tê gotubêj kirin. Ji bo partiya nû navê serokkomarê berê û damezirê AKPê Abdullah Gul û navê serokwezîrê berê û damezirê AKPê Ahmet Davutoglu derbas dibe.
Lê dixweyê Davutoglu di derbarê partiyek nû de çalaktir e û di vê derbarê de hevdîtina dike û deklarasyona belav dike.
Li gora hinek agahdariyan heftiya pêşîya me Davutoglu peyamên xwe di hinek civan de êşkere dike.
Hinek navên ku di nava AKPê de siyaset kirîn û di cihên girng de mayîn jî li gel Davutoglu partiya nû de cih digrin. Heta ihtimala ku beşek ji parlementerên di nava AKPê de jî, ji partiya xwe cuda bibin di nav partiya nû de cih bigrin gelek e.
Ji aliyek din Abdullah Gul bi xwe jî di nava xebatekî de ye ku partiyekî damezirîne. Lê mimkine ku li gel Davutoglu li hevbikin yek partiyekî damezirînin. Ihtimala ku du partî jî bê damezirandin heye.
Davutoglu heta niha xebatên xwe ji dûrê medyayê rêve dibe. Lê heftiya pêşiya me de li hinek bajaran civîna pêktîne û behsa partiya xwe dike.
Tê gotin ku Davutoglu di meha Temuzê de partiya xwe eşkere dike.