Stanbul: Kijan partî berbijêrê xwe destnîşan dike

Piştî ku YSK hilbijartinên Stanbulê îptal kirî û dayî xûyakirin ku dê hilbijartin 23ê meha Hezîranê de bêne nû kirin, aliyên siyasî cardin hewldidin ku li himber AKPê yekitiyekî ava bikin .
Lê hinek partî di nav tu tifaqan de cih nagirin û dixwazin berbijêrên xwe destnîşan bikin û bi navê partiya xwe bikevin hilbijartine. Her partiyek ku bikeve hilbijartinê bandorê li denga dike. Ji ber ku hilbijartinên 31ê Adarê de bajarek wek Stanbulê ku nifusa wê zêdeyî 15 milyoniye, berbijêrê CHPê Îmamoglu bi tenê 13 hezar deng zêde anîbû û bibû şaredarê Stanbulê.
Partiya Niştiman(Vatan Partisî) helwesta xwe diyar kir ku dê bi partiya xwe bikevin hilbijartinê. Belkî li Stanbulê tu dengên Vatan Partisî tinebin, lê bi destveanîna çend hezar denga dikarin bandorê li encama hilbijartiê bikin.
Niha Partiya Seadetê jî dê helwesta xwe bide diyar kirin. Hilbijartinên derbasbûyî de Partiya Seadetê zêdeyê 100 hezar deng destve anîbûn.
Bê guman eger ev herdu partî û DSP (Partiya Çep a Demokratik) jî berbijêrn xwe diyarbikin, dê ji dengên CHPê kêm bikevin. Lê Stanbulê tişta ku bandora herî mezin li encama hilbijartinê bike, dengê HDPê ne. Piştî daxûyaniya Ocalan dê helwesta HDPê çibe nayê zanîn.
Her çikas HDPê dabê xûyakirin ku, dê helwesta wan wek 31 Adarê be jî, tu bihayê wê daxûyaniyê tuneye. Ji ber ku nawenda biryarê ne rêveberiya HDPê ye.

Nerîna min :