Civak

Tirka Qendîl bombebaran kir

Piştî kuştina 12 leşkeran daxuyaniyên rêvebirên hukumeta Tirkiye gelek tundin. Di encama vê tundiyê şevîdin  balefirên cengî yê Tirkan derbasî Başûrê Kurdistanê bûn û devera Sîdeka, Xinêre, Heftanîn, Metîn, Xakûrkê, Zap û Qendîlê dan ber bomban.

Li gora medya Tirkî 30 balefirên cengî ji Diyarbekir û Meletye rabûne û demek dirêj ev deverên Kurdistanê bombebaran kirine. Heta niha di derbarê encamê vê bombebaranê de tu agahdariyên fermî tunene.

Li gora ANF radigihîne, berpirsên PKK-ê dane xuyakirin ku wan dizaniya ku dê êrîşek asmanî pêkwerê û ji bo vê jî xwe amade kirîbûn û tedbîrên xwe standî bûn.
Rewş li herêma Kurdistana Bakur jî gelek aloz dibe û xelkê sivîl li herêmê di nav tirsekîdeye ku cardin wek berî rewş xirab bibe.

Back to top button