Polîtîk

T.C. : AKPê rakir CHPê danî

Serokê şeredariya Tarsusê Dr. Haluk Bozdagan ji CHPê ye. Bozdagan karê ewil ku li Belediya Tarsusê kirî, tabelaya Belediyê guhert.

Li Tirkiye li ser hemû dezgehên hukumî û fermî li pêşiya navê dezgehan T.C dihat nivîsandin, T.C. tê wateya Cumhuriyeta Tirkiye.
Hukumeta AKPê demekî ev gotina T.C rakir. T.C li pêşiya tabeleya Belediya Tarsusê jî hatibû rakirin.  Lê dema hilbijartinên herêmî de li Tarsusê bi pişgiriya HDPê berbijêrêCHPê serkeft, gava yekem tabeleya Belediyê guhert û gotina Cumhuriyeta Tirkiye cardin serê tabeleyê de nivîsand.

Serokê Şeredariya Tarsusê di vê derbarê de dibêje : Ez bûme doktor, bûm serokê belediyê ev saya serê Cumhuriyeta Tirkiye ye. Elbet ez şanaziyê dikim ku cardin navê Cumhuriyetê li ser tabelaya belediyê binivîsîm.Ji ber ku destkeftiyên Cumhuriyetê divê bêne parastin.Ji bo vê yekê jî ez xwe deyndarê Mustafa Kemal Ataturk dibînim.

Tarsus navçeya bajarê Mêrsînê ye nufusa Tarsusê 350 hezar e. Li tarsusê gelek kurd dijîn.

Li vê derê ziyniyeta CHPê gelekî girînge. Lê ku HDPê pişgiriya vê zihniyetê kir girîngiyek din dide vê helwesta serokê şeredariya Tarsusê.

Back to top button