Zahmetkêşên Kurdistanê,
Sibê bi boneya 1ê Gulanê, Roja Xebat û Piştgirî ya Zahmetkeşên Cihanê tu jî derkeve kolanan û daxwaza mafên xwe yên netewî, demokratik û çînî bike.
Li kuderê cihanê dibî bila be, ligel zahmetkeşên din ve derkeve meydanan û her usa daxwaz ji zahmetkeşên dinyayê bike, ku piştgiriya xebata netewî û demokratîka gelê Kurdistanê bikin.
Zahmetkeş û xebatgerên Kurdistana Bakur,
Ewrên reş û tarî bi ser esmana welatê da me girtiye.
Rewşa Awarte ya ne ilan kirî berdewam e. Di gelek gund û bajar û bajarokan da gelek caran çûyin-hatin tê qedexe kirinê.
Bi desturê waliyên bajaran, ku bûne padişah, pêşiya encamdana çalakiyên demokratik têne girtin; hêzên ewlekariyê êrîş dikin li ser gel.
Girtina ronakbîr, rojnamevan û nivîskar, dezgeyên ragihandinê her berdewam e.
Militarize kirina Kurdistanê, operasyonên leşkerî berdewam e.
Dewleta Tirk ku, Efrinê dagir kiriye, gefa dagir kirina beşên din yên Kurdistana Başurêrojava, Qendîl û Şengalê dixwe.
Gelê Kurdistanê,
Sibê li kuçe û kolanan da hewar bike, daku:
Operasyonên leşkerî û militarize kirina welatê me bê sekinandinê;
Ji bona çareser kirina pirsa Kurd bi rêka diyalog û bi şîveyê aşitiyê gavên pêwîst bêne avêtin;
PKK dev jê xebata çekdarî berde, agirbesê bê qeyd û şert rabigihine;
Daxwaz bike, ku greva birçîbûne nemine, êdi xortên Kurd li zindanan xwe nekujin.
Daxwaz bike, ku hemu astengên, ku pêşiya xebata sendikayî a zahmetkêşan da hene, neminin û zahmetkêşan bikaribin bi azadî rêxistinên xwe ava bikin.
Daxwaz bike, ku bona ku baca qeyrana aborî ya Tirkiyê, zahmetkêş nedin, bi hevra kar û xebatê bikin.
Ji hêzên welatparêzên Kurdistanê bixwaze, ku li hemberê İttifaka Cumhur û İttifaka Milletê, İttifaka Kurdistanê pêk binin.
Em 1ê Gulanê li zahmetkeşên Kurdistanê û hemu dinyayê pîroz dikin.
Bijî 1ê Gulan!
Bijî Yêkitiya Hêzên Kurdistanê!
30 Avrîl 2019
Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK