
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Ehmed Haris kir bi minasibeta destbikarbûna wî weke Konsulê Komara Misra Erebî li Herêma Kurdistanê û hêviya serkeftinê jê ra xwest. Serokwezîr tekîd li ser zêdetir pêşxistina têkeliyên navbera Kurdistan û Misrê, bi tyabetî têkeliyên di warê bazirganî, aborî û tûrizmê da kir û got ku Herêma Kurdstanê amadeye hêsankariyan bike.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, roja sêşemê 30.04.2019ê pêşwazî li Ehmed Hariz konsulê nê yê Misrê li Herêma Kurdistanê, kir û jê ra behsa qonaxên şerê dijî DAÎŞê û qonaxa piştî nemana wê, pêşveçûna têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, baştirbûna rewşa aborî û xebatên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.
Konsulê nû yê Misrê kêfxweşiya xwe bi yekem hevdîtina bi serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ra nîşan da û got ku ew dilxweş e weke konsulê Komara Misra Erebî li Hewlêtê dest bikar dike. Hariz diyar ku welatê wî, Misir dixwaze têkeliyên xwe digel Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê bazirganî, aborî, tûrîzm û zanistiyê da, zêdetir pêş bixe.