Polîtîk

PKK nahêle arîkarî herê Şingalê

Dezgehê xêrxwaziya Barzanî dezgehek gelek çalak û kar û xebata xwe de serkeftiye. Dezgehê xêrxwaziya Barzanî, bi salana arikariyê dighînê hemû aliyên pêwistî bi arikariyê heye, gelek xizmetek civakî dike bi kiryarên xwe gihatiye astek nevdewletî.

Ji erdhêja Wanê, heta bûyera Kobanê xelk nehiçt tene û arîkarî gihand, gelek cara arikariya mirovatî birîye Rojavayê Kurdistanê. Ji xwe arikariyek mezin û berdewamî ji bo hemo penaberên Kurdistanê kiriye. Bi kurtahî dezgehek xwêrxwaz sivîl û serkeftiye. Yekemîn dezgehê sivîlê xwerxaziyîye di nava Kurda û Kurdistanê de, bûye dezgehek navnetewî.

Eve bi salane ev dezgeh arikariya mirovatî bi hemû awayî dighinê devera Şingalê. PKK niha astengiya dertêe ji bo arikarî negihe xelkê deverê.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li ser desteserkirina berpirsê ofîsa wan a li Şingalê daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Di pêşkêşkirina alîkariyan bo xelkê devera Şingalê de em nikarin berdewam bin.”

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di daxuyaniya xwe de dibêje: “Roja yekşemê (28-04-2019) di dema pêşkêşkirina alîkariyan de ji bo xelkê Şingalê ji aliyê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û Rêxistina Dêra Lêbraska ya Amerîkî, çekdarên PKKê avêtine ser karmendên me û Berpirsê Ofîsa Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî yê li Şingalê girtine û zindanî kirine.”

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin: “Di demekê de ku em bi tundî vê helwesta çekdarên PKKê şermezar dikin, em ji raya giştî re radigihînin ku êdî nabe û em nikarin berdewam bin di pêşkêşkirina alîkariyan de ji bo xelkê devera Şingalê.”

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî diyar kiriye: “Reftara çekdarên PKKê li Şingalê bargawî ye di tundiyê de û dijî xelkê sivîl ê devera Şingalê û rêxistinên xêrxwazî û mirovî yên navxweyî û navdewletî. Ev wisa dike ku jiyana xwebexş û karmendên dezgeha me di metirsiyê de be.”

Herwiha di daxuyaniyê de Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji hikûmeta Iraqê, Neteweyên Yekbûyî, Hevpeymaniya Navdewletî û rêxistinên mirovî daxwaz dike ku nehêlin komên çekdar ên li devera Şingalê wê deverê bikin qada milmilaniya xwe. Ji ber ku pêwîstiya xelkê sivîl ê Şingalê bi zêdetir hawarçûnê û başkirina rewşa jiyanê û avakirina jêrxana deverê heye.

 

Back to top button