Pirsa kurd û îdeolojiya fermî : Misir 1950, Japonya 2019 !

Dema pirsa kurd li Tirkiye di nava rewşenbîr û siyasetmedarên Tirk de tê gotubêj kirin, ji naverokê ku ew gotubêj dikin, ne ew ne jî kesek din tê nagihe. Ji ber ku tê zanin li Tirkiye di derbarê pirsa Kurd de îdeolojiyek fermî ya dewletê heye. Piraniya Tirkan di çerçova vê îdeolojiyê de pirsa kurd dinirxînin û li gora xwe çareseriya digerin.

Sala 2005ê serokkomarê Tirkiye yê niha û serokwezîrê berê Tayib Erdogan li Diyarbekir axavtinek ya xwe de behsa pirsa Kurd kir û ji bo kiryarên dewletê li himber Kurda bi navê dewletê doza lêborînê kir. Bê guman piştî vê axavtina Erdogan baweriyek peyda bû ku hêdî hukumeta heyî dê berê xwe ji îdeolojiya fermî ya dewletê bide aliyekî û pencereyek din re li pirsa kurd binêre. Herweha hinek gavên hukumeta Erdogan ji bo pirsa kurd avêtîn jî bû cihê baweriyekî di nava kurdan de.

Heta gihad radeyekî hukumet li gel PKKê dest hevdîtina kir û hewldan ku şer bisekine û pirsa kurd bi awayekî di rojeva siyasî de bê gotubêj kirin.

PKKê/Ocalan tu cara ji bo çareseriya pirsa kurd tiştek ji hukumetê nexwestin, lê hevdîtina pêvajoyek ya bi navê “ çareseriyê“ yan jî bi navê “ aşitiyê “ destpêkir. Demek çek neteqan şer bi awayekî sekinî. Di civata kurd ber bi normalîzebûnê ve diçû, siyaseta di bin siha tifengê de kêm dibû. Tehrîbatên di nava civatê de bi awayekî dihatin ji nav birin.

Lê mixabin hinek dezgehên tarî di nava dewletê de û PKKê jî dîtin ku eger şer nebe nikarin siyasetê bikin û dê hemû berjewendiyên wan ji dest herin. Ji ber ku hişê xelkê dihat serê wan û dikarîna siyaseta qirêj ku bi şer hatî avakirin bibînin. Ji tirsa eşkerebûna Baronê şer cardin provaksyon çêbûn û pêvajoya “aşitiyê “ têkçû.

Dewlet cardin li siyaseta xwe ya fermî vegeriya û cardin di derbarê Kurdan de îdeolojiya dewletê ya fermî rojeva siyasî vegirt. Di vê qonaxê de cardin berpirsên dewletê di bin siha îdeolojiya fermî de behsa kurdan dikin.

Li gora îdeolojiya fermî ya dewleta Tirk kurd tunene. Nabê li tu derê cihanê tiştek bi navê kurdan bê kirin. Ji ber ku dewletê li gora mejiyê nasyonalîstiyî hereket kiriye û dike. ji bo kurd hişyar nebin û doza mafên xwe yên rewa nekin, du rê dana pêşiya xwe. Yek ji wan kurda cahil bihêlin û berê wan ji xwendinê bidin aliyekî . Duyem jî wan bi qirkirinê ji holê rakin. Di dîroka cumhuriyeta Tirkan de ev herdu rê hatine bi karanîn. Qetliamên li bakurê Kurdistanê çêbûyin hemû encamê vê siyaseta dewletê ya nijadperestiye.

Sala 1950ê dema ku dewleta Misir û Suriye yekitiya xwe ragihandin, li paytextê Misrê li Qahîrê radyoyek bi zimanê kurdî dest weşanê kir. Balyozê Tirkiye yê li Misrê ji bo dijitiya Tirkiye di vê derbarê de bighinê dewleta Misrê daxawza hevdîtinekî li gel serokê Misrê kir.

Serokê dewletê Cemal Abdulnasir pêşwaziyê li balyozê Tirkiye dike. Balyozê Tirkiye ji Abdulnasir re dibêje: Birêz serok em dixwazin hun weşana radyoya bi zimanê Kurdî bidin sekinandin. Em ji vê yekê gelek nerihetin.

Nasir dikene û dibêje: Ji bo çi hun ne rihetin, qey li ba we Kurd hene?

Balyoz bersiva xwe de dibêje: Nexêr li ba me Kurd tunene.

Nasir: Başe nexwe hun ji bo çi nerihet dibin?

Roja 21/04/2019ê di Rojevakurd de nûçeyek bi vî awayî hate weşandin: “ Li Tokyo zaningeha lêkolinên biyanî de beşa zimanê Kurdî heye. Mamustayê vê beşê Vakkas Çolak behsa hînbûna zimanê kurdî li Japonya dike û dibêje: Japonî dixwazin kurda nas bikin, rêya vê jî naskirina çand û edebiyata kurdî re derbas dibe. Ji bo vê yekê jî Japonya di zaningehêde beşê zimanê Kurdî vekiriye .“

Roja 29.4.2019ê jî li rojnameya Yeni Yaşam a Tirki de nûçeyek hate weşandin. Nûçeyê de dibêje: Kurdiya Japonya jî aciz dike. Wezereta derve ya Tirkiye daxwaz ji Japonya kir ku, dawî li perwerdeya zimanê Kurdî di zaningehê de bîne.

Sal 1950 Misir, sal 2019 Japonya, dewleta Tirk ji bo Kurda xwediyê heman mejiyê nijadperete û heta ev mejî neyê guhertin û îdeolojiya dewletê ya fermî ji holê bi temamî neyê rakirin, dewleta Tirk û piraniya rewşenbîr, siyasetmedar, û zanayên Tirk nikarin bi awayek objektîf Kurda bibînin û behsa pirsgirêka kurd bikin.

Tayib Erdogan sala burî li Diyarbekirê di axavtinek ya xwe de got: Em li dijê têgihandina ku Kurdan wek pirsgirêkekî dibînin disekinin. Vê yekê ve girêdayî em dibêjin ku, pirsa Kurd tuneye. Zimanê me yê fermî Tirkî çikas bi qîmet be, zimanê we yê dayîkê Kurdî jî ewqas bi qîmete. Ev yek tu cara nayê guhertin.

Li himber siyaseta dewletê ya nijadperest divê kurd doza mafên xwe yên netewî û rewa bikin. Ji bilî vê hewldanên din gelek cara dikevin di xizmeta îdeolojiya fermî ya dewletê de.

Divê kurd jî li her deverek ku destkeftiyek netewî ji bo wan peyda bibe lê xwedî derkevin. Da ku bikaribin li himber siyasetên ku hewldidin kurda ji nav bibin bisekinin.

30.4.2019

Dara Bilek

Nerîna min :