Nivîsar

Divê yek hêza pêşmerge li Kurdistanê hebe

Wek tê zanîn problemek jî ya herî mezin a Kurdistanê ne yekrêzkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ye. Gelek cara behsa vê babetê hatiye kirin û di vê derbarê de biryarên hevbeş hatina girtin, lê mixabin di pratîkê de ev yek neketiye jiyanê de.

Ji berî destpêkirina şerê DAÎŞê ev yek hate rojevê û hukumeta Kurdistanê ji bo vê yekê dest pêvajoya yekrêzkirina hêzên pêşmerge kir. Lê Şerê li dijê DAÎşê û bûyerên ku piştî şerê DAÎşê û taybet bûyerên xiyaneta 16ê Oktoberê bû sedemek bingehîn ku ev pêvajo sekinî û serneket.

Lê niha di roja me de ev mijar cardin wek pirsek sereke di rojevê de ye û gelek hewldan hene ku ev yekitî pêkwerê û Kurdistan bibe xwedî hêzek leşkerî . Tê zanin ku niha Pêşmerge aliyên siyasî ve girêdayîne û hêja Pêşmerge wek hêzên bi partiyave girêdayî têne nav kirin. Ev yek bandora xwe gelekî li rewşa siyasî jî dike.

Tê zanin ku hukumeta Kurdistanê û hêzên navdewletî jî gelek dixwazin ev babet biçe serî û ji bo vê jî hewldanên hêja dikin.

Di rastiya xwe de, ji bo yekrêziya hêzên Pêşmerge tenê du rê hene. Yekemîn divê PDK û YNK li ser vê yekê bi dilek berfireh li hev bikin û hemû hêzên pêşmergeyan hukumetê ve bêne girêdan. Eger ev herdu alî li hev nekin rêyek tenê dimîne.

Hukumeta Kurdistanê bi fermanekî hemû hêzên çekdar wezereta pêşmerge û wezereta navxwe ve girê dide. Parlemento bi biryarekî hêzên ne di bin fermandariya hukumeta herêma Kurdistanê de bin, wek hêzên ne yasayî nas dike.

Dê hingê rewş bê guhertin yekitiya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê pêkwerê. Li welatekî de eger serokatî hebe, parlemento hebe hukumet û wezîrên hukumetê hebin, nabê hêzên çekdar bi partiyan ve girêdayî bin.

Di derbarê yekitiya hêzên pêşmergeyan de gav têne avêtin û hêvî ewe ku di demek nîzik ev yek pêkwerê û bête ragihandin.

Herî dawî serfermandarê berê yê Iraqê Babekir Zêbarî , di vê derbarê de daxûyaniyek da û dibêje: Hewlên yekxistina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê destpê kirine. Bi yekxistina hêzên Pêşmerge, Herêma Kurdistanê dê bibe xwedî yek hêza yekgirtî ya leşkerî. Pilana yekxistina hêzên Pêşmerge ji zû de kar jê re tê kirin. Heta Hêzên Pêşmerge nebin yek, Herêma Kurdistanê nabe xwedî hêzeke taybet. Pêwîst e hemû hêzên leşkerî yên Herêma Kurdistanê bikevin çarçoveya sîstema Wezareta Pêşmerge, da ku tenê yek alî desthelat li ser wê hêzê hebe û ev hêzên gelek li Herêma Kurdistanê nemînin.
Nûçe/Analîz

Back to top button