Cîhan

Aboriya Îranê têkdiçe

Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence li ser pirsa Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand, ku Waşington rûbirûyî hikûmeta Îranê dibe û bandoreke mezin a guvaşên Waşintonê li ser Tehranê heye.

Li Baregeha Sereke ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê, Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence di konferanseke rojnamevanî de ragihand ku Amerîka dê di rûbirûbûna hikûmeta Îranê de berdewam bibe heta ku demokrasî vegere wî welatî.

Mike Pence ji Rûsya û Îranê daxwaz kir ku xwe ji Venezuelayê dûr bixin daku xelk azadî û demokrasiyê ji bo vegerînin.

Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence diyar kir: “Li jêr serkirdetiya Serok Trump, Amerîkayê piştgirî li ser asta cîhanê kom kiriye daku li dijî wan karên nepesend û aloziyan raweste ku ji aliyê Îranê ve bi ser herêmê de belav dibe. Em di van hewldanan de berdewam jî dibin, ku me vê hefteyê Supaya Pasdaran xiste nav lîsteya terorê û ev jî beşek bû ji vê kampanyayê.”

Mike Pence da zanîn: “Serokê Amerîkayê ji rêkeftina karesatbar a Îranê vekişiya, di encamê de em dibînin aboriya Îranê têk diçe. Emê di rûbirûna wan de berdewam bibin, rûbirûyî Ayetullahên Îranê radiwestin, rûbirûyî karên nepesend dibin. Di heman demê de em piştgiriya xelkê Îranê jî dikin, kesên ku îsal ji bo vegera azadiyê bo welatê xwe çûn ser cadeyan. Hemû ev kar û bername ji bo vê armancê ne, ev serokek e ku xwe weke serkirdeyê cîhaneke azad dibîne. Lê derbarê Venezuelayê de, Rûsya be yan Îran, peyama serok gelek zelal e. Ti karekî Rûsya û Îranê li Venezuelayê tine ye, divê dûr bikevin û rê bidin xelkê Venezuelayê ku demokrasî û azadiyê bi dest bixin.”

Back to top button